Dewleta Tirk Di 24’ê Tîrmehê roja Duşemê de li devera gundên Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên navçeya Gever a Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin.
Bi sedan leşker, maşînên zirxî û helîkopteran sewqî zozanên Tajdîn, Sipêrêz, Çiyayê Omerê, Pagê û Topîzavayê hatin kirin. Êvara Duşemê bi taybetî li herêma Çiyayê Sîpêrêzê gelek caran dengê çekan hate bihîstin. Her wiha gelek cerdevan sewqî herêmê hatine kirin.
Hat ragihandin ku bêrîvanên li gundê Tiloran xwestin biçin zozanan pezê xwe bidoşin lê leşkeran wan asteng kiriye. Leşkeran ji bêrîvanan re gotiye ku heta fermanek duyemîn çûna zozanan qedexe ye. Hat zanîn ku şivanek ku leşkeran li gel xwe biriye herêma operasyonê agahî jê nayê girtin. Şivanê bi navê Şiyar Demîr jî li herêmê bi tenê maye û leşkeran destûr nedaye ku kes biçe hawara şivanan.
Li aliyê din li gundên Xûlepûr û Kekûlan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve di 14’ê Tîrmehê de heta 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” hat ragihandin. Li herêmê 12 roj in operasyona leşkerî berdewam dike. Hat ragihandin ku helîkopter bênavber herêmê bombobaran dikin. Hat zanîn ku li hin deveran ji ber operasyonê şewat derketiye. Zeviyên gundiyan xesar dîtine û hat destnîşankirin ku li her deverek herêmê fotokapan û MOBESE bi cih kirine.
Doh jî gelek helikopter çoltera gundan bombebaran kirine. Gundiyan ragihand ku cihên nêzî malên wan hatine gulebarankirin û operasyon li gundê Bestê dijwar bûye.
ANF/COLEMÊRG/BEDLÎS