Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev 4 meh zêdetir in dewam dikin. Her îniyê, li parêzgehên Sistan û Belucistanê bi taybetî li bajarê Zahîdanê xwepêşandanên mezin tên li darxistin. Hêzên rejîma Îranê ji bo dawîanîna li xwepêşandanan hêzeke mezin a leşkerî li parêzgeha Belucistanê bi cih kiriye û li ser asîmanê bajarê Zahîdanê doh helîkopter gerandin.

Li gorî melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê, Mewlewî Ebdulhemîd, li Zahîdanê herî kêm 15 xalên kontrolê hatine danîn.

500 kesayetên akademîsyen bi nameyekê li dijî pejirandina 9 sal cezayê girtîgehê li civaknasê navdar yê Îranê Seîd Medenî, nerazîbûn nîşan da. Seîd Medenî bi îdîaya ku tezek li ser Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ nivîsiye û propagandaya li dijî rejîmê kiriye hat mehkûmkirin.

 

Rejîm derewan dike

Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ehmed Wehîdî derbarê belavbûna pêla xwepêşandanan de got, ew ne li dijî xwepêşandanên guncaw in, pêwîst e xwepêşandêr di çarçoveya yasayê de xwepêşdanan bikin. Li ser vê hinek rêxistin û komên cuda miracaet kirin ji bo destûrdayîna xwepêşandan, lê Wezareta Navxweyî ev yek red kiribû.

Jixwe, tenê ji ber beşdarbûna xwepêşandanan, ji ber çêkirina nûçeyên xwepêşandanan û ji ber weşandina gotaran li ser medyayên dijîtal de rejîmê gelek welatî û rojnamevan kirin nezaretê û li gelakan jî cezayên hepsê birrîn.

Li gel xwepêşandan û çalakiyên li welat, li derveyî welat jî piştgiriya ji bo xwepêşandanan her ku diçe zêde dibe. Di heman çarçoveyê de li bajarê Venedîk ê Îtalyayê û li paytexta Norwêcê Osloyê çalakî hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN