
- Şehîd Zelal Zagros ji gava yekem ya tevlîbûna nava refên Tevgera Azadî bi dilnizmî û girêdanbûna xwe ya Tevgera Azadiyê ve 31 salan bê navber meşiya û ji Rojava bigire heta Başûr û Ermenistanê û Îranê xebatên leşkerî, siyasî û civakî meşand. Bi keda xwe ya bêhempa bû sembola jina berxwedêr.
Şehîd Zelal Zagros (Firyal Silêman) 18’ê Çileya 2024’an li Kerkûkê di encama êrişeke MÎT’ê ya hevkariya hêzên herêmî hate hedefkirin û şehîd bûbû.
Şehîd Zelal dîtina xwe ya Serokatî di rojnivîska xwe de bi vî rengî pênase dike: “Dîtina serokatî ji min re bû hêz û baweriyeke mezin da min ku ez meşa xwe ya partiyê dewam bikim û wekî jineke Kurd xwe ji wan zincîrên koletiyê xilas bikim ku dest û lingên me pê girê dane. Zihniyeta olî, mezhebî, eşîrtî, malbat, dagirkirina yekrêgezî û bîrdoziya ola îslamê li ser Rojhilata Navîn û Kudistanê zelal e. Civak nikare zû bi zû xwe ji van têgîn û şêwazê ku hatine bikaranîn rizgar bike. Ji kesayetiyê bigire heta malbatê qalibê eşîrtî xwedî têgîneke olî ye. Em jî xwedî kesayeteke bi vî rengî ne, bi taybetî kesayeta jin hatiye perçiqandin, ji hemû berhemên jiyanê bê par maye, bi zanebûn di nava zindanekê de hatiye xesbkirin û kolekirin. Hemû nirx û berhemên jinan ji qederê re hatine hiştin. Ev zihniyet di serê mirovan de wekî çemento hatiye rûniştandin."
Zelal Zagros di rojnivîskeke xwe de li ser tevlîbûna xwe vê dibêje: “Piştî ez ji cem serokatî hatim, min destûra fermî xwest da ku biçim xatir ji malbatê bixwazim. Piştî 9 mehan demjimêr 16:00’ê êvarî ez gihaştim malê. Ez derbasî malê bûm min dît û nedît hemû kes li dora min kom bûne. Ez li wan dinêrim, ew li min dinêre; kes ji me nizane çi bêje û çawa destpê bike. Piştre me pirsa hev kir. Her kes baş bû. Wê şevê me qala serokatî, xebata wî û çûna welat kir. Sibeha zû hemû kes razayî bû ez û birayê xwe Mistefa çûn geracê û me berê xwe da bajarê Qamişloka rengîn. Ew xatirxwestina min a rêya bêdawî bû û dîtina malbatê ya min bû ew. Wekî birînekê ji bo min bû. Bîranînên hemû xwişk û birayên min li aliyekî bû û ya dayika min a êşkişandî li aliyekî din bû. Ji ber ku di jiyanê de wekî hevrêyek û di heman demê de wekî dayika Ezîz dihat naskirin. Dil, êş û xemxwara zarokên xwe bû. Terbiye û exlaqê wê wekî dibistana serokatî bû. Ji bo me timî xêr û bilindbûn dixwest."
Zelal Zagros berî tevlî nava Tevgera Azadî bibe bi 7 şervana re tevlî dewreyek ya perwerdeya îdeolojîk û lêhûrbûnê dibe. Ji bo kesayeta xwe di warê teorî û pratîkî de pêş bixe, kedek mezin dide. Di van perwerdeyan de baştir fêm kir ku jineke bê biryar, bê îrade û bê xweparastin azad nabe û nikare bibe xwedî hebûn. Di wê baweriyê de bû ku divê jin ji her tiştî re hazir be û bibe parêzvana xwe û civaka xwe. Lewra jî ji têgihiştin û kêrhatinên xwe yên hişmendî pêş bixe, ket nava hewldanek mezin.
Şehîd Zelal Zagros di rojnivîsên xwe de heqîqeta azadiyê bi van gotinan pênase dike: “Mirov bindest be jiyan her roj ji bona me mirin e. Ne ax û ne jî jiyana zindî me napejirînin. Wekî mirovên minafiq ku her roj tên lanetkirin û recimandin, ji tiştekî re nabin û timî rû reş in. Lê mirov li binê tehtekê yan li ser zozanek azad an jî li ser axeke tahir ku tu şopên botên dagirkeran û mirovên minafiq lê tune bin bimire, wê demê azad hatiye cîhanê û azad dimire. Bila balîfa bin serê min ji kevirê çiya be, lihêfa min qirşik û gihayê deştan be, doşeka min axa sor be, wê demê mirin ji bona min mafekî rewa ye. Ez natirsim ez bimirin, lê belê ez ditirsim bê nirx û rûmet bimirim ku ji bo min heram e û bê wate ye, ez ji bo xwe napejirînim. Pir ciwanan destpêka temenê wan bû jiyana xwe feda kirin, bûn cangoriyên demokrasî, aştî, wekhevî da ku hemû mirov di bin yek sîwanê de xwe ji hemû hovîtî, dagirkerî û êrişan biparêzin. Belê, tirs û reva ji mirinê bi xwe mirin e. Şehadet jî jiyana bi rûmet e. Azadî dara nemiriye ku bi dilopên xwînê hatiye avdan.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN







