
- Derya Aslan da zanîn ku 11’emîn Pakêta Darazê peyama ‘hûn ji bo me ne di plana ewil de ne’ dide jinan. Derya Aslan diyar kir ku çawa gumanbar ji girtîgehan derdikevin tundiyê li jinan dikin û wiha got: “Ev pakêt gumanbarên tundiyê berdide û jin bê parastin tên hiştin.”
Sererastkirina ku guherînên pergala înfaza ceza dihewîne û li Meclîsê hat qebûlkirin wek ‘11’emîn Pakêta Darazê’ tê binavkirin. Pakêta Darazê krîzeke nû ya ewlehiyê derxist û mafê jiyanê yê jinan binpê kir. Bi pakêtê re kujer, kiryarên tundiyê û destdirêjiyê serbest hatin berdan. Pakêt di alî jinan de krîza ewlehî û jiyanê jî girantir dike.
Endama Komeleya Dema Jinan Derya Aslan der barê 11’emîn Pakêta Darazê û êrîşên li hember jinan de axivî.
Derya Aslan daxuyakirin ku bi 11’emîn Pakêta Darazê peyama ‘em jinan naparêzin’ didin hemû saziyên jinan û got ev mekanîzmayeke ku ewlehiya jinan dike xetereyê û mafê parastina jinan binpê dike ye. Derya Aslan wiha bi lêv kir: “Gumanbar bi 11’emîn Pakêta Darazê re hatin berdan û çawa hatin berdan jin qetil kirin. Gumanbarên tên berdan destdirêjiyê li jinan dikin. Gumanbarên hatin berdan tundî afirandin. Ya herî dawî li Amedê hat jiyîn. Gumanbarê ji girtîghê derket çû jin qetil kir.”
Derya Aslan destnîşan kir ku bi sererastkirinên dikin jiyanê de qadên bi ewle ji bo jinan nayên afirandin û gumanbar di civakê de her tim tundiyê diafirînin.
Derya Aslan di dawiyê de wiha vegot: “Tevî hemû kêmasî û negirtina tedbîran têkoşîna jinan didome. Têkoşîna jinê demdirêj e û dîrokî ye. Wek cîhanê li Tirkiyeyê jî ev wisa ye. Rejîmên dijdemokratîk her tim hebûn û wê roja me ya îro de jî hebin. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe her tim bidomînin.”
JINNEWS/STENBOL/ELFAZÎ TORAL







