
- Li Xezayê jin ji ber bihayên ku zêde dibin û tunebûna xureka baş, gelek zehmetiyan dikşînin. Jin bi nexweşiyên ku ji ber xwarina kêm çêdibin re têdikoşin. Tevî nexweşî û birçîbûnê jî bi têkoşîna xwe ya bi rûmet hewl didin xwe li jiyanê bigrin.
Jinên li Zîvala Xezayê ji ber tunebûna xurekê, bi awayekî din ê şîdetê re rûbirû ne. Hêzên Îsraîlê hê jî destûrê nadin hêk û her cureyê goşt bikevin bajar. Bazara heyî tenê bi qehwe, şirînahî, tiştên amade û karbonhîdratan hatiye dagirtin.
Samer Hamad, dibêje ku li Xezayê dema ku agirbest hat îlankirin hemû jin kêfxweş bûne lewre hêviya wan ew bû ku hêk, goşt, sebze û fêkî bikevin bajar û ji komkujiyên rojane rizgar bibin lê tu tiştek ji van bi cih nehat; jin hê jî nikarin têr xwarinê bixwin û bidin zarokên xwe û êrîş hê jî didomin.
Samed Hamed diyar dike ku bazar tije tişt in û vê dipirse: “Gelo feydeya van tiştên heyî çi ye? Şirînahî, karbonhidrat, qehwe û tiştên amade bi kêrî çi tên… Di ser vê de jî bihayê wan du qat beriya dema şer e. Rast e pêdiviya mirov carna bi van heye lê ev nakevin cihê xwarinê û jixwe ev ji bo me luks in pere tune ye em bikirin.”
Îbtîsam el-Kafarna jî der barê bihayê zêde yê xurekan de wiha dibêje: “Jinên li Xezayê ji ber ku nikarin tiştekî bikirin êşan dikşînin. Bihayê hêkek bûye 1,5 dolar gelo dê jin kalsiyûmê ji ku bigrin?"
Îbtîsam el-Kafarna, diyar kir ku ew nexweşa şekir e, pêdiviya wê bi xwarina baş heye yan na dê bikeve komayê û wiha bi dawî kir: “Pêdiviya min bi çerezan heye lê nikarim bikirim. Ji ber ku xurekên baş tune ne her dem ji ser hemdê xwe diçim.” NÛJINHA/XEZA/REFÎF ÎSLÎM
* * *
Bi çêkirina kadeyan debara xwe dike
- Dayika bi navê Bêrîvan Îbrahîm bi qasî salekê ye bi çêkirina kadeyan debara jiyana xwe dike destnîşan kir ku divê jin xwedî li kêrhatiyên xwe derkevin û ji bo jiyana xwe xemsar nêzîk nebin.
Bi qasî 11 sal in li Başûrê Kurdistanê krîzeke mezin ya aboriyê heye. Jinên kêrhatî û bi hêz karîne bi derfetên xwe pişt bidin kêrhatiyên xwe û derfetên kar ji bo xwe ava bikin û di warê aborî de debara jiyana xwe bikin.
Yek ji van jinên kêrhatî jî dayika bi navê Bêrîvan Îbrahîm e ku nêzî salekê ye li xwaringeheke ya li ser rêya Helebce û Hewreman bi çêkirina kadeyan debara jiyana xwe dike.
Bêrîvan Îbrahîm li ser karê xwe axivî.
Bêrîvan Îbrahîm anî ziman ku ew karê wê yê rojane ye û bi vî rengî debara jiyana xwe dike û got: “Havînê saetên êvarî ji saet 17:00’an heta 19:00’an û werza Zivîstanê jî saet 09:00’ê sibehê heta 20:00’ê êvarî kar dikim.”
Bêrîvan Îbrahîm destnîşan dike ku bi karê xwe serbilind e û got: “Ez bi destê xwe dahata xwe qezenc dikim, çavê min ne li ber destê hikûmetê û ne jî hevjînê min e. Tama wê xwarinê pir xweşe ku bi destê xwe peyda dikî.”
Têkildarî astengiyên heyî jî Bêrîvan Îbrahîm ev got: “Bang li jinan dikim ku pişt bidin kêrhatiyên xwe û di jiyana xwe de xemsar nêzîk nebin. Derkevin derve û kar bikin. Karê herî serketî yê ji bo jinan derketina derve û ji bo debara xwe karkirin e. Ev yek bike ku jiyana wan xweştir bibe û derûniya wan jî baştir be.”
Herî dawî Bêrîvan Îbrahîm daxwaz ji hikûmetê kir ku alîkariya jinan bike û got: “Derfeta kar ji bo jinan peyda bikin ku pêwîstiya wan bi hevjîn û bavê wan nemîne. Bila bixwe dahata xwe peyda bikin.” HELEBCE-ROJNEWS
* * *
Dermanxaneya Şehîd Leyla
- Dermanxaneya Şehîd Leyla ya navenda Qestereya Dil ku mezintirîn dermanxaneya li kantona Firatê ye, ji bo xizmeta civakê ye. Ev dermanxaneya Şehîd Leyla 24 seetan vekiriye.
Dermanxaneya Şehîd Leyla ya navenda Qestereya Dil di meha Tebaxê de ji aliyê Desteya Tenduristî ve li kantona Firatê ya bajarê Kobanê hatibû vekirin.
Dermanxane li nêzî Heyva Sor a Kurd a bajarê Kobanê ye. Di dermanxaneyê de nêzî hezar û 800 cureyên dermanên weke Dil, Şekir, Teyson û hwd. heye.
Dermanfiroş Nîşirwan Hemî axivî û wiha got: “Em hewl didin hemû cureyan peyda bikin, da ku em xizmeta civakê bikin û hemû cureyên dermanan ji nexweşan re peyda bikin.
Nîşirwan Hemî diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê dermanxaneyê ew e ku xizmeta civakê bikin û li pêşiya bihabûna dermanan bigirin.
Nîşirwan Hemî anî ziman ku ew dixwazin hemû cureyên dermanan peyda bikin û wiha got: "Ev dermanxaneya Şehîd Leyla 24 seetan vekiriye. Em ê her tim xizmetî civaka xwe bikin û hemû pêwistiyên wan bi cih bîn in." ANHA/KOBANE/SARYA ŞÊXO







