Em ne berxên qurbanê ne, em ê parastina xwe bikin

Nûçeyên Jin

Duşem 19 Çile 2026 - 17:00

  • Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Hediye Yûsif, têkildarî êrişan axivî. Hediye Yûsifê bal kişand ser asta êrişan a navneteweyî û got: “Em ne berxên qurbanê ne, em ê xwe biparêzin.” 

Êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Hediye Yûsif têkildarî êrişAn ji JINNEWS’ê re axivî. 

 Hediye Yûsifê, ji ewil kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Êrişên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, niha li herêmên din jî berdewam dikin. Ev êriş hem ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve û hem jî ji aliyê hêzên têkildarî pirsgirêka Sûriyeyê ve hatin kirin. Rojava li dijî hemû rêxistinên terorîst şer kiriye. 13 salan kariye li herêmê aramiyê pêk bîne û xizmeta gel bike. Her kesî dîtiye ku pergalek ku dê ji bo cîhanê bibe mînak divê çawa be. Pergala ku li Rojava hatiye damezrandin, ew pergal e ku her kes xwe tê de dibîne. Êriş, li dijî vê pergalê ye. Ev êriş ji êrişên Hikûmeta Demkî ya Şamê bêtir êrişên DAIŞ'ê bûn. Berê, Durzî û Elewî dihatin qirkirin. Niha dixwazin Kurdan qir bikin. Dixwazin Kurdan ji nasnameya siyasî ya ku bi têkoşîna 14 salan bi dest xistine bêpar bikin."

Em ê xwe biparêzin

 Bi domdarî Hediye Yûsifê destnîşan kir ku tê xwestin demografyaya herêmê were guhertin û wiha pê de çû: “Me di êrişan de ev dît. Bi hezaran kes neçar man ku koçber bibin. Ew dixwazin vî şerî wekî di navbera Kurd û Ereban de nîşan bidin. Hewl didin bi manîpulekirina Erebên neteweperest re di navbera Kurd û Ereban de şerekî bidin destpêkirin. Wekî din, gelek Erebên ku li herêmê dijîn di van êrişan de xiyanet li me kirine. Ji ber vê yekê, dema ku em destkeftiyên xwe diparêzin, em bi van pirsgirêkan re jî mijûl dibin. Em hewl didin ku aramiyê bînin herêmê. Me li dijî DAIŞ'ê şer kir; ew tên û gelê me dikujin. Em ne berxên qurbanî ne, em ê xwe biparêzin. Ji sala 2012'yan vir ve em her sal di şer re derbas dibin. Êriş li dijî Kurdan, destkeftiyên Kurdan û nasnameya siyasî ne."

Komployeke navneteweyî ye

Herî dawî jî Hediye Yûsifê ev tişt anî ziman: “Divê her kes li dijî êrişan rabe ser piyan. Ji ber vê yekê me seferberî îlan kiriye. Piştgiriya ji bo Rojava piştgiriya mirovahiyê ye. Em bang li tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd dikin. Îro Rojava di bin gefek mezin de ye. Me çawa berê destkeftiyên xwe parastin, em ê dîsa wan biparêzin. Çawa ku li Kobanî hevgirtin hebû, em ê vê carê jî bi heman yekitiyê van destkeftiyan biparêzin. Em ê li dijî despotîzm û otorîterîzmê şer bikin. Ev komployek navneteweyî ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.