Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome

Nûçeyên Jin

În 16 Çile 2026 - 15:00

  • Aktîvîsta mafê jinan Nasîbe Shamsaeî da zanîn ku berxwedana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne têkildarî hejmaran e têkildarî rûmeta mirovahiyê ye û got:”Azadî pratîka rojane ye.”

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji 28’ê Kanûna 2025’an heta çalakiyên li dijî krîza aborî, siyasî û civakî hatin destpêkirin didomin. Çalakiyên, li 31 bajar û 187 bajar û 614 cihên xwecihbûnê belav bû. Her wiha heta niha 55 zanîngeh tevli çalakiyan bûn. Li gorî ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) di 18 rojan de 18 hezar û 434 çalakger hatine binçavkirin û di encama êrîşên hêzên Îranê de 2 hezar û 403 çalakger hatine qetilkirin.

Endama Keçên Kolana Şoreşê û aktîvîsta mafê jinan Nasîbe Shamsaeî  berxwedana li Rojhilat û Îranê nirxand.

Nasîbe Shamsaeî da zanîn ku sedema çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne tenê aborî ye û got ev parastina mafê jiyanê ye. Nasîbe Shamsaeî wiha anî ziman: “Dema mirov bizanin ku pirsgirêk ne tenê enflasyon û betalî ye, dema fêm bikin ku her tişt ji aliyê pergalekê ve tê kontrolkirin protesto jî ji ‘tenê aborîyê’ derdikevin. Ev guherîn ji çalakiya li dijî hikûmet û biryarê, derbasî ‘na’ ya mezin a li dijî teşeyê rêveberiyê dibe.”

Nasîbe Shamsaeî di berdewamiyê de wiha got: “Li Îranê kontrolkirina bedena jinê ne mijarek çandî ye, ji bo kontrolkirina civakê wek alavek siyasî tê bikaranîn. Dema jinek li kolanê li eniya pêş bi dengekî bilind bê dîtin, pergala serdest a mêr diderize. Beden û dengê jinan hedef digirin.”

Nasîbe Shamsaeî diyar kir ku pênasekirina azadiyê ne sozek e, pêvajoyek e, avakirin û kolektîf e û got: “Azadî ne diyarî ye. Azadî ne hedefek dûr e, pratîkek rojane ye.  Zext dibe ku demekê tirsê biafirînin. Lê di heman demê de hêrs, hestê bêdadiyê jî diafirîne û bi vê re bi zimanên nû wek pêlên nû vedigere. Tecrubeya Îranê nîşan daye ku bi komkujî û girtinên komî, protesto ranebûne, tenê teşe guhertine. Gel jiyanek wekhev, azad û bi rûmet dixwazin.”

JINNEWS/ENQERE/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.