Sebahat Tuncel: Yekîtiya neteweyî divê

Nûçeyên Jin

Çarşem 21 Çile 2026 - 15:45

  • Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel destnîşan kir ku yekitiya gelê Kurd bi polîtîkayên dewletparêz û empeyarlîst hedef tê girtin û got li dijî  van êrîşan yekitiya neteweyî bi têkoşîna hevpar a jinan wê bê avakirin.

Şerê li Rojhilata Navîn her diçe giran dibe, polîtîkayên zextê yên li her çar parçeyên Kurdistanê û faşîzma li Tirkiyeyê yekitiya gelê Kurd ferz dike. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel der barê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku Kurd ji berê de  hedef tên girtin û got a vê tabloyê biguherîne têkoşîna rêxistikirî ya jinan e.

Sebahat Tuncel li ser girîngiya yekitiya Kurdan sekinî û wiha anî ziman: “Yekitiya Kurdan hertim yek ji mijara girîng a Kurdan bû. Di dîrokê de kengî yekitî hebû serkeftin jî dihat lê sedema windakirinê neyekitiya di navbera Kurdan de bû. Li her çar alî êrîşî destkeftiyên Kurdan tên kirin. Ji ber vê jî ferz e ku Kurd bi hev re tev bigerin.”

Sebahat Tuncel balkişand ser pêşengiya TJA’yê ya di pêvajoya yekitiya gelê Kurd de û ev tişt anî ziman: “Hem wek TJA hem wek tevgera azadiya Kurd îdiayek me ya avakirina jiyaneke demokratîk, azadixwaz û sosyalîst heye. Ji bo vê îdiayê jî di her mijarê de em hewl dide yekitiyê ava bike. Ji destpêkê heta niha me siyasetek ku hem piştevaniya jinan hem jî ya yekitiya jinên Kurd esas digirt, dimeşan. Em xebatên xwe di xeteke ku têkoşîna hevpar esas digire de dimeşînin.”

Sebat Tuncel li ser têkiliya navbera yekitiya gelê Kurd û perspektîfa çarserî û aştiyê de jî axivî. Sebahat Tuncel ev nirxandin kir: “Pêvajo saleke didome û tevî desthilatdariyê gavek şênber navêt jî bi civakê re hêvî afirî. Pêvajoya ku Birêz Ocalan da destpêkirin hêvî bixwe re anî. Bi banga Bahçelî re ev hat destpêkirin û Birêz ocalan jî bi paradîgmayê bersiv da. Mijar ne tenê li ser feshkirina PKK’ê li ser avakirina jiyanek demokratîk bû. Vê jî rojevek nû afirand. Ev pêvajo li ser azadiya jinê teşe dibe. Ev girîng e. Di pêvajoyeke ku şer û pevçûn hene em hewl didin aştiyê biaxivin. Bi qasî Kurd diaxivin aliyê din naxivin. Li aliyekî ku jiyaneke demokratîk tê nîqaşkirin de em bi rîskan re tên rû hev. Wek tevgera jinên Kurd ji bo têkoşîna maf a gelê Kurd bikeve bin ewlehiyê hewcedariya me bi avakirina xeteke têkoşînê ya rêxistinkirî heye. Yekitiya gelê Kurd bi polîtîkayên dewletparêz û empeyarlîst hedef tên girtin û li dijî van êrîşan yekîtiya neteweyî bi têkoşîna hevpar jinan wê bê avakirin.”

JINNEWS/STENBOL/DEVRÎM FINDIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.