Li Silêmanî peykerê Denîz Çiya tê çêkirin

Nûçeyên Jin

Yekşem 18 Çile 2026 - 15:00

  • Li bajarê Silêmaniyê Saziya Kerîmî Eleke dê peykerê sembola berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şehîd Denîz Çiya (Efrînî), çêbike.

Dezgeha Rewşenbîriyê ya Cemal Îrfan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo şervana şehîd a sembola berxwedana li Helebê Denîz Çiya (Efrînî) wê peykerek were danîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li bajarê Silêmaniyê Saziya Kerîmî Eleke di çarçoveya yek ji çalakiyên hunrî û neteweyî de, wê peykerê sembola berxwedana taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şehîd Denîz Çiya (Efrînî), çêbike.

Hate destnîşankirin ku Denîz Çiya ew lehenga bûyî sembola berxwedan û têkoşîna li dijî zilm, neheqî û dagirkeriyê ye. Dezgeha Rewşenbîriyê ya Cemal Îrfan tekezî kir ku ev peyker ne tenê berhemeke hunerî ye, di heman demê de sembolek zêrîn ya ji bo bîranîn, rêzgirtin û parastina bîranîna jinên ku bi jiyana xwe nirxê azadiyê nivîsandine ye.

Her wiha hate diyarkirin ku huner dikare bi nemirkirina dîrokê bibe zimanê ramanê, pileya wefadariyê û neynika bûyeran.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku peyker wê ji aliyê Hunermend û Peykersaz Çîner Nizarewî ve were çêkirin, piştî temambûna peyker dê wekî sembola nemirî û berxwedanê li Silêmaniyê were danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.