YRK: Dewleta Tirk êriş zêde kirine
Pêncşem 4 Gulan 2023 - 15:52
Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 26'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê daxuyaniyek da û wiha got;
"Dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi armanca propagandaya hilbijartinê ya li Tirkiye û Kurdistanê ku wê 14’ê Gulanê pêk bê, êrîşên li ser qadên me û hêzên me yên Rojhilatê Kurdistan zêdetir kirine. Herî dawî 26’ê Nisanê û 2’yê Gulanê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk, li qada Asosê, li derdora gundê Gelale bax û baxçeyên gundiyan gelek caran bombardûman kirin. Di van êrişan de, ti zirar li hêzên me nebû, lê belê ziyan li bax, zevî û kewarên mêşên hingiv ên gundiyan bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN