YPJ’ê berxwedana jinên Hîndû silav kir

Çarşem 21 Tebax 2024 - 02:40

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) berxwedana jinên Hindîstanê slav kir got divê li dijî  êrîşa cîhanî li nav jinan jî berxwedaniyeke cîhanî çêbibe û ev bang kir: ‘’Em bang li jinên Hindîstanê û hemû jinên cîhanê dikin ku têkoşîna xwe bi ti awayî nedin rawestandin û bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe rêxistin bikin.

Li Hindîstanê li Kalkîtî jineke doktor piştî ku destdirêjî lê hate kirin bi rengekî hovene hate kuştin. Li ser vê rûdanê rabûn ser piyan û bi çalakiyên girseyî ev êrîşa li ser jinê şermezarkirin. Jinên Hindistanê di çalakiyên girseyî de dirûşmên ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ berzkirin û her wiha li dora pankarta mezin a bi nivîs û zimanê Kurdî ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ kom bûn û helwesta xwe nîşan dan.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di daxuyaniya xwe de got,’’Em vê bûyera hovane şermezar dikin û bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan dikin ku li hemberî her cure zext, tundî, destdirêjî, zordestiya fîzîkî û derûnî ya li dijî jinan dengê xwe bilintir bikin. Divê teqez hesab ji kujer û tecawizkaran bê xwestin.’’

Me DAIŞ têk bir

YPJ’ê bi berdewamî têkoşîna YPJ’ê ya dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û got,’’Li dijî pergala zilamsalar a ku di şexsê DAIŞ û gurûbên din ên li herêma me dagirkerî, qirkirin, destdirêjî û talan pêk dianîn, têkoşîneke bê eman da meşandin. Di bin serweriya DAIŞ de bi awayekî hovane destdirêjî li ser jinan dihat kirin, jin di bazaran de weke kole dihatin firotin û ji her cure mafên xwe mehrûm dihatin hiştin. Jixwe trajediya giran a ku jinên Êzidî rastî hatin di bîra tevahî mirovahiyê de ye. Me bi vîn, cesaret, bawerî û rêxistinbûneke xurt li hemberî van çeteyan şer kir, li ber xwe da û ew têk birin.’’

Divê berxwedan cîhanî be

YPJ’ê diyar kir êrîşa li ser jinan cîhanî ye û divê berxwedana dijî van êrîşan jî cîhanî be: ‘‘Em baş dizanin ku çanda destdirêjiyê ya pergala zilamsalar pergaleke cîhanî ye û xwedî dîrokeke kevnar e. Îro jî li Hindîstanê jin rastî destdirêjiyê tên, li Îranê jinên têkoşer tên darvekirin, li Iraqê jî zewaca zarokên keç bi qanûnan tê rewakirin. Li Afganîstanê jin ji hemû mafên xwe yên însanî bêpar in. Lewma têkoşîna li beramberî vê pergalê jî divê cîhanî, piralî û pir xurt were meşandin.’’

Şoreşa jinê gerdûnî dibe

YPJ bi berdewamî ev tişt gotin: ‘’Bêguman felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku Rêber Apo di encama ked û têkoşîneke giranbiha de diyarî me jinan kiriye, rêya xilasiya ji feraseta zilamê desthiladar û tecawizkar nîşanî me da. Weke YPJ, me ji destpêka têkoşîn û şerê xwe yê azadiyê ve ev felsefe ji bo xwe esas girt. Her ku çû ev felsefe mezin bû û di serhildanên Jîna Emînî de, di serhildanên jinên cîhanê de û vaye îro jî di serhildanên Hindistanê de ev dirûşim veguherî şêwazê têkoşînê û li her derê deng vedide. Li ser vê bingehê şoreşa jinê gerdûnî dibe û êdî dem hatiye ku em pergala jinan a konfederalîzma demokratîk ava bikin.

Berxwedana jinan hate slavkirin

Li ser vê bingehê em berxwedana giranbuha ya jinên Hindîstanê silav dikin û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikin. Di vê wateyê de em bang li jinên Hindîstanê û hemû jinên cîhanê dikin ku têkoşîna xwe bi ti awayî nedin rawestandin û bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.