Yekser li wan reşandine
Sêşem 5 Cotmeh 2021 - 01:05
- 20’ê Îlonê, li gundê Bilindbasan ê navçeya Gever a Colemêrgê kolberên ku bazirganiya sînor dikirin, ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn guleberankirin.
20’ê Îlonê, li gundê Bilindbasan ê navçeya Gever a Colemêrgê kolberên ku bazirganiya sînor dikirin, ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn guleberankirin. Di guleberanê de, kolber Sozdar Ehmedî (19) û Elîşan Ehmedî (16) ên ji Rohijatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn. 9 kolberên ku eskeran ew binçavkiribûn jî, piştî 3 rojên di binçavan de radestî Îranê hatibûn kirin. Yek ji kolberên hatibûn binçavkirin û teslîmî Îranê hatibûn kirin, Behzat Hatemî ji Ajansa Mezopotamyayê re peyivî.
Guh nedan me û gule berdan me
Hatemî wiha behsa wê şevê kir: “Şeva ku êrîş pêk hat, em bi 10 hevalên xwe re ketin rê. Di saetên serê sibê de em ber bi sînor ve ketin rê. Hat îdîakirin ku eskerên Tirk ji hewa ve êrişî me kiriye. Lê ev ne rast e. Tiştek wiha çênebû. Helîkopteran esker danîn, herêmeke nêzî cihê em lê bûn. Derengiya şevê, em derbasî sînorê Tirkiyeyê bûn û gihiştin cihekê nêzî gundê Deraw. Leşkeran dest bi dorpêçkirina me kirin û me dizanî em ê bên girtin. Ji bo ku leşker guleyan bernedin me, me bi dehan çar da qîran û got ‘em kolber in.’ Lê leşkeran guh nedan me û gule berdan me. Dema ku leşker nêzî me bûn û gel berdan me, me fêm kir ku dê me bikujin. Ji ber vê em jî reviyan. Em 9 hevalên ku ji leşkeran reviyan, li cihekê li hev kom bûn. Me dît ku Sozdar û Elîşan kêmin.”
Zilmek mezin li me kirin
Leşkeran şefeqê dora em girtin û birin qereqolê. Li qereqolê, leşkeran ji me re got Sozdar û Elîşan hatine kuştin. Di saetên şevê de jî, cenazeyên hevalên me yên kuştibûn anîn. Zilmek mezin li me kirin. Ligel ku me got ‘em kolber in jî, guh nedan me.’ Me got dibe ku tiştekê bi me nekin. Lê du hevalên me kuştin. Li wê derê em rastî zilmek giran hatin.
Mirinek wiha zalimane
Gelo ji vê êşkenceyeke mezintir heye? Me gelek caran mirin bi çavê xwe dît, lê me tu carî mirinek wiha zalimane nedît. Dema ku em di bin çavan de bûn, çekek danîn û gotin ev aydê we ye. Lê me ev yek qebûl nekir û me got; ‘Li şopa tiliyên me mêze bikin, ger aydê me derkeve, wê demê me bigirin.’
Ji bo ku ser sûcê xwe bigirin, ew çek anîn wê derê. Dema ku wan em radestî Îranê kirin, wan nivîsî ku çek li cem me ye. Tevahiya cîhanê jî dizane ku kolber çi karî dikin û em çekan bi xwe re nagerîn in. Lê wan hevalên me û hespên me qetil kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN