Yeksaliya xwe pîroz dike

Nûçeyên Jin

Şemî 3 Îlon 2022 - 01:13

  • Saziya jinan a tenê ya li taxa xwe ya Amedê KASED yeksaliya xwe bi konserekê pîroz dike. Ji dersdarên wê Serap Ergîn dibêje, elaqeya jinan a ji bo ders û perwerdeyên wan, ew xenî kirine.

KASED  ji bo pîrozbahiya salvegera damezriandina xwe ya yekê, amadekariyan dike û ji bo jinan di qada çand, huner û wêjeyê de derfetan ava dike. Yek ji hîndekarên KASED’ê Serap Ergîn da zanîn ku jin elaqeyê gelekî nîşanî komeleya wan didin.

Komeleya Wêje, Huner û Çandê ya Jinan (KASED) bi armanca di qada çand, huner û wênejê de xebatên xwe bimeşîne, beriya bi sê salan wê bihata avakirin, lê ji ber vîrusa Covid-19'ê di 5’ê Îlona 2021’ê de hat vekirin. KASED´ê saleke xwe temam kir. Ew di warên çand û huner de perwerdehiyên cuda dide û hedef dike ku jin û zarok ji qalibên diyarkirî bên derxistin û di warê huner de jî xwedî maf bin.

Serap Ergîn a li komeleyê mamostetiya wênexêziyê dike, derbarê amadekariyên pîrozbahiya temamkirina sala xwe û xebatên dimeşînin de axivî.

 

Saziya tenê ya jinan li wê taxê 

Serap Ergînê xwest zêdetir bi qedrê saziyên jinan bê zanîn û got, ew saziyeke welê ne ku di warên cuda de jin û zarokan perwerde dikin. Serap Ergînê got, “Me xwest ku jin bi rehetî nirxa xwe bînin ziman. Bi vî awayî me sazî vekir. Di gelek waran de kursên me hene. Perwerdeya muzîkê, ya wêne, ya ziman, govend û erbaneyê. Me taxa ku komele lê ye, bi zanebûn tercîh kir. Li vir saziyeke jinan tinebû û me xwest, em gavekê biavêjin. Elaqeya taxê ji bo saziyê gelek e. Jin tên û dibêjin, ‘tenê li vir jin hene?’ Mereq dikin. Xebatkarên saziyê hemû jin in. Ji ber vê jî tên lê digerin. Dibêjin, ‘hûn li vir çi dikin, ev der çi ye?’

Serap Ergînê got, ew kêfxweş in ji elaqeya zêde ya jinan ji bo komeleyê: “Dayik zarokên xwe ji bo dersê dişînin. Piştre jî dixwazin ew jî bikevin dersê. Dayikên me yên wisa jî hene. Sermeselê, dayik tên, dibêjin ‘ez dixwazim bikevim dersa erbane û tembûrê’.  Elaqeya wan pirr xweş e. Em hemû li vir jin in. Bêguman em carna zehmetî jî çêdibin. Wek jinekê, di civakê de cihgirtin zehmet e. Em li vir hemû jin in û carna zehmetî çêdibin.”

 

Piştgiriya saziyan bi hev re heye 

Serap Ergînê di dewamê de bal bire ser giringiya piştgiriyê û got, “Em bi saziyên din yên xebatên çand û hunerî re di nava têkiliyê de ne. Em gelek sazî û komele bi hev re dixebitin. Saziyên din jî elaqeyeke mezin nîşan didin. Dema projeyek hebe hema tên bi me dişêwirin. Dixwazin li fikrên jinan jî bipirsin. Me jî deriyê xwe li wan vekiriye. Wan jî li me vekiriye. Em bi gelek saziyan re di têkiliyê de ne.”

 

Weke mala xwe dibînin 

Serap Ergînê got, ji ber pirsgirêk û ji ber pandemiyê, plana vekirina KADES’ê du salan taloq kirine û wiha peyivî: “Ji ber pandemiyê me du salan cihê xwe venekir. Me konsera xwe li gorî vekirina xwe kir.  Me qeydên nû yên kursan dan destpêkirin. Em hêvîdar in jin hemû bên kursên me. Mirov vê derê wek mala xwe dibînin. Ev me kêfxweş dike.”

 

Vê carê konser ji KASED´ê re ye

Serap Ergînê di dawiya axaftina xwe de derbarê konsera bi boneya yeksaliya xwe de axivî û got, “Ji bo konserê du komên hunermendan wê bên. Me wek KASED´ê li gelek bajaran konser dan. Niha em di xebata konsereke din de ne. Ewil wê Koma Hera Rojhila bê. Ya din jî Kolektîfa Rîtmên Azad e. Bila dost û hevalên me hemû tevli bibin.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.