Yekîtiya ji bo Rojhilat

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 00:01

  • Partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û tevayî gelên li Îranê kirin da ku di salvegera qetilkirina Jîna Amînî ango destpêka şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ de tevlî greva giştî bibin.

6 partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî salvegera yekemîn a qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Amînî û destpêkirina serhildana ‘Jin jiyan azadî’ daxuyaniyek hevbeş dan. Partiyan bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir da ku di 16’ê Îlonê de tevlî greva giştî bibin û serdana gorên şehîdên serhildanê bikin.

Daxuyaniya hevbeş a partiyên Rojhilatê Kurdistanê wihaye;

“Bangawaziya partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo greva giştî ya ji bo yekemîn salroja şoreşê.

Roja 16’ê Îlonê 2022’an, keça ciwan a Kurd a xelka bajarê Seqizê, “Jîna” li Tehranê û di encama êrişa hêzên serkutkar û çewsîner ên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da. Navê “Jîna” weke ku li ser gorna wê hate nivîsîn, bû sembola serhildaneke girseyî ya berfireh ku di Kurdistanê de bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’dest pê kir û pir zû hemû bajar û navçeyên Îranê û derveyî welat jî girt û di berdewamiya xwe de bi navê “şoreşa Jîna” û “şoreşa jin, jiyan, azadî” hate naskirin.

Şoreşa Jîna girseyîtirîn û dirêjtirîn serhildan û nerazîbûnê ye ku karî desthilata Komara Îslamî bixe jêr pirsê û pêngavan ji bo tinekirina wê rejîma serkutkar bavêje. Par û di proseya şoreşê de tevgera azadîxwaz a xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî dijî rejîma desthilatdar di Îranê de ezmûna pêvajoyeke nû û girseyî kir û gaveke berdewam pêşde çû ku êdî paşde venagere. Rola berçav ya jinan di pêşengiya wê şoreşê de, bû sedem ku civaka me di milê civakî de pêngavek din ber bi pêş ve biçe û asoya serketinê ronîtir bibe. Ciwanan di jortirîn asta fedakariyê de ji bo jiyaneke azad û dilxwaz fedakariyeke bêhempa kirin.

Di salvegera destpêkirina şoreşa Jînayê de, di cîh de ye ku ji bo rêzgirtina şehîdên wê şoreşa nû û rêzgirtin ji cangoriyan û zindaniyên siyasî û herwiha zindî hiştina wê tevgera siyasî, em bi awayekî xurt ber bi pêşwaziya wê boneya mezin ya siyasî û civakî ve biçin. Ji bo wê yekê piştî çend hevdîtin û rawêjên siyasî, roja Çarşemiyê 15-06-1402 (06-09-2023) partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên wek:

* Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ)

* Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê)

* Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

*  Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Sazimanî Xebat)

* Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

* Komeleya zehmetkêşên Kurdistanê

Li ser xalên jêr li hev kirin:

1- Piştevanîkirina ji daxwazên têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalak a salroja şoreşa Jin, jiyan, azadî;

2- Ragihandina roja 16’ê Îlona 2023’an weke roja gireva giştî li hemû Kurdistanê. Di wê rojê de hemû dikan û bazar û navendên kar û îdarî bêne girtin. Serê sibeha wê rojê girseya xelkê Kurdistanê di bajar û navçe û gundên Kurdistanê de serdana goristana Jînaya ciwan û hemû şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, jiyan, azadî”yê bikin û merasima rêzgirtinê birêve bibin.

3- Daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz ên Îranê (jin, ciwan, karker, mamosta, xanenişîn, jîngehparêz û neteweyên bindest) li seranserî Îranê dikin ku piştevaniya gireva xelkê Kurdistanê bikin û bi gireveke giştî nîşanî hemûyan bidin ku şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’heya bigîhê armancên xwe wê berdewam be.

4- Daxwaz ji hemû têkoşerên çalak, hêz û aliyên pêşverû yên derveyî welat dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya xwe ji bo gireva giştî ya salroja şoreşê bikin û di wê rojê de xwepêşandan û meşên girseyî birêve bibin û bala hemû civakên mirovhez ên cîhanê bibin ser şoreşa jînayê.

5- Her yek ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku beşdariya vê civînê bûne, piştevanî û beşdariya xwe ji bo gireva roja 16’ê Îlona 2023’an û merasimên ser goristanên şehîd û cangoriyan radigihînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.