Yadê hat nîşandan 

Nûçeyên Jin

Duşem 6 Adar 2023 - 02:59

ROJBÎN KURT / FRANKFURT

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, Meclîsa Jinan a Amara, di çarçoveya çalakiyên xwe yên ji bo 8´ê Adarê de filma Yadê li FilmForum Höchstê nîşan da. Belgefilm li ser jînenîgariya Yadê Samya/Yadê Samo bû. Derhênera belgefilmê Deniz Deman jî beriya nîşandana belgefilma xwe, ji beşdaran re muzîk jî çêkir.  Deniz Deman beriya dest pê bike erdhejên 6´ê Sibatê yên ku navendên wan Bazarcixa ser bi Mereşê bi bîr xistin û got, “Ev rojîn dijwar û bi kul û êş in. Divê em piştgiriyê xurt bikin. Ji ber erdhejê em bi dilekî xemgîn dikevin 8´ê Adarê.”

Deniz Deman paşê strana “Sê jinên azad” got, piştî wê jî tevî Hozan Diyar wê strana “Ey Serokê me yê rûgeş” jî got. Wê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) jî bi bîr anî ş berhemeke wê jî got.

Deniz Deman got, di çêkirina belgefilma Yadê de di her qonaxê de jinan cihê xwe girtiye û fkra filmê jî ji endama TJK-E´yê Done Guzel hatiye.

Wê ji bo Yadê jî got, “Yadê di her çalakiyê de li pêş bû. Jineke bi rik bû. Bi deqên li ser rûyê xwe bi çîxara di destê xwe de dihat nasîn. Lî aliyê wê yê herî muhim berxwedêriya wê bû. Bi destê xwe du keçên xwe şandin nav refên têkoşînê.”

Yadê: Bila navekî we hebe

Samya Dogan yan jî Yadê piştî ku dev ji mêrê xwe berda zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kirin û şahidî li têkoşîna wan kir. Gotinên wê manedar bûn ji bo jinan: “Bila navê we ji we re bimîne, ev bes e!” yek ji van gotinên Yadê bû.

Yadê 2´yê Cotmeha 2022´yan li bajarê Duren ê Elmanyayê wefat kiribû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.