Xweşikî û xîreta bi kulîlkan

În 30 Kanûn 2022 - 02:45

MaiYap hunermendeke Asyayî ango ji Çînê ye. Wê bi van berhemên xwe yên xweşik ji xwe re nasnameyekê ava kiriye. Ji lewre dema ew li Panama û Florîdayê bi cih bûye çavdêriya civakê kiriye û gelek nêzîkatiyên nijadperestî ji nêz ve dîtiye. Nefret û û nijadperestiya li hember reşik û Asyayiyan kiriye ku ew li ser vê hunerê biponije û biafirîne. Wê bi vê hizrê gelek tabloyên leylank û nîlûferan (sosinên avê) çêkirine. Bi şêwazeke razeber heya jê hatiye tenê kulîlkên nîlûferan resmandiye li ser tuwalê.

MaiYap dide zanîn ku leylank û nîlûfer çanda Çînê îşaret dikin û ji bo hunerê xwe got; “Pelên leylank û nîlûferan hemû tiştên derbarê Çînê de ku jê hez dikim temsîl dikin. Nexasim jî xweşikî û xîretê îfade dikin. Min bi zanebûn tenê van sosinên avê bikaranî û min nexwest kulîlkên din tevlî wan bikim. Bi vê yekê min xwest balê bibim ser berxwedêriya civakên Çînê. Ji lewma ev kulîlk di nav şert û mercên herî dijwar de jî dikarin mezin bibin û zindî bimînin.”

MaiYap ji bo hunerê xwe rengên zindî bikaraniye. Ew bi van tabloyên xwe yên ku bi boyaxa avî çêkirine di heman demê de bala xelkê dibe ser xwezayê jî û peyama xwe bi aktivîzmeke hişk na lê bi hunereke kubar derdibire.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.