Xwedî li şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ derkevin
În 15 Îlon 2023 - 00:15
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 16’ê Îlonê salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand.
KNK'ê diyar kir ku ew daxwazên gel ên ji bo azadî û avakirina welatekî demokratîk rewa dibînin û got:"Em piştgiriyê didin xwepêşandêr û çalakvanan. Her wiha êrişên li ser xwepêşandêran jî şermezar dikin."
Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam dike:"Niha em di pêvajoya salvegera 'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî' de ne. Li hundir û derve gelên Îranê xwe ji 16’ê Îlonê salvegera serhildanê re amade dikin. Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi yekdengî heman bangê dikin û vê yekdengiya hêzên Kurdistanê me dilxweş dike. Em bang li hemû Kurdan û gelên Îranê dikin ku di salvegerê de tevlî çalakiyan bibin û xwedî li şoreşa Jin, Jiyan, Azadî derkevin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê jî dikin ku gelên Îranê bi tenê nehêlin."
NAVENDA NÛÇEYAN