Xêzên wê astengî bêmane kirin

Nûçeyên Jin

Şemî 4 Adar 2023 - 04:34

NÛJIYAN ADAR/ANF/REQA

 

Zehra El-Bedewî ya ku ji dayikbûnê ve kerr û lal e, li hemberî zilma çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da û bi xêzkirina êşên gelan bal bire ser meneya jiyana azad.

Nêzîkatiya wan a li hemberî jinên herêmên ku çeteyên DAIŞ'ê dagir kiribûn, piştî ku YPJ-YPG-QSD'ê herêm rizgar kirin, bi vegotina jinan û gelan derketibû holê.

Li Reqayê destûr nehat dayîn ku jin ji malên xwe derkevin, heger mêrek bi wan re nebe. Jin neçar bûn ser rûyên xwe bigirin û bi çarşefên reş ên ku ji serî heta binî ser laşê wan digirtin, li xwe bikin. Çeteyên DAIŞ’ê, sala 2014’an Reqa dagir kiribûn û lê tugayên kontrolkirina jinan ava kiribûn.

Çeteyên DAIŞ'ê berê yekîneyeke bi navê Tûgaya El Hansa hebû ku tenê ji jinan pêk dihat û li kolanan cil û bergên jinan kontrol dikirin. Pirraniya jinên di vê tugayê de hevjînên çeteyên DAIŞ'ê ne. Qaşo wezîfeya jinên di nava komên tugayan de ew e ku cil û bergajn û jinên ku qanûnên wan pêk nayînin, kontrol bikin. Wan êşkence jî li girtiyên jin dikir.

Jin ji ber van sedeman û ji bo ku bi çeteyan re neyên zewicandin, ji malên xwe derneketin. Yek ji van jinan Zehra ya 30 salî ye.

Wênesaz Zehra El-Bedewî ji dayikbûna xwe ve kerr û lal e. Ew ji 4 saliya xwe ve xêz dike û her roj elaqeya wê ya bi wênesaziyê re zêdetir bûye.

 

Ji tirsa çeteyan bi dîzî xêz dike

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Reqayê dagir kirin, malbata Zehra ji bajar derneket. Dayika Zehrayê wê teşwîq dike ku xêz bike. Ji tirsa çeteyan, li malê bi dizî tabloyên xwe xêz dike.

 

Nekarîbû dibistan biqedîne

Zehra li bajarê Reqayê heta pola 9’an çûye dibistanê, ji ber adetên paşverû yên li herêmê, nekarî dibistana xwe biqedîne. Zehrayê dîsa jî dev ji bipêşketina xwe bernade. Di nivîsandin û xêzkirina wêneyan de xwe gelekê bi pêş dixe.

 

Hovîtiyên nedîtine jî xêz dike

Zehra dixwaze hovitiyên ku wê nedîtine jî nîşan bide, her wiha berxwedana gel a li dijî dagirkirina Efrînê, êş û kederên gelên Sûriyeyê û mîrasên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ew xêz dike.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk sala 2017’an Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Zehra û malbata wê mîna bi deh hezaran kesên din rehet bûn. Zehra bi hêz û moralê ku ji malbat û hevrêyên xwe distîne, xebatên xwe yên hunerî didomîne.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.