Xewn bi Şoreşa Rojava pêk hatin 

Nûçeyên Jin

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 04:18

HESEN MIHEMED/JÎNHA/ŞEHBA

 

Piştî avakirina navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn jinan cihê xwe di nava komên hunerê de girtin. Koma Şehîd Mizgîn jî ya Hîlala Zêrîn a ku stranên bere yên herêma Efrînê pêşkêş dike hat avakirin û niha 8 jin bi temenê xwe yê mezin tê de cih digirin.

Jinên ku cihê xwe di nav koma stranan a şehîd Mizgîn de digrin hest û helwestên xwe wiha anîn ziman: "Koma Şehîd Mizgîn derfetek ji me re vekir ku em xwedî li dengbêjiyê derkevin û çanda stranan biparêzin."

 

‘Şehîd Mizgîn bondorê li me kir’

Rêvebera koma Şehîd Mizgîn Nebîha Mihemed behsa kar û xebatên xwe yên komê kir û wiha got: “Me di navenda Hîlala Zêrîn de koma Şehîd Mizgîn ava kir. Ez ji temenê 18 salî ve karê hunerê dikim. Niha jî bi çil saliya xwe ez karê xwe di nava şoreşê de didomînim. Destpêkê kom ji sê jinan pêk dihat lê bi demê re hejmar zêde bû, koma me berfireh bû. Yekem car em derketin ser dikê di şahiya 8'ê Adarê de bû wek jinên bi temen mezin derdikevin pêşberî gel û dengbêjiyê bikin ji bo me serkeftinek mezin bû. Şehîd mizgîn roleke mezin di xebatên hunerî de dilîst û bi dengê xwe yê xweş gelek bandor li me kir, ji ber vê yekê me navê koma xwe kir koma Şehîd Mizgîn da ku em navê di nav hunerê de zindî bihêlin. Gelek caran jin bi riya stran û dengbêjiyê hest û êşên xwe tînin ziman. Em şopdarên şehîdên ku ji bo zindîkirina hunera Kurdî canê xwe fedakirine ne."

 

‘Xewnên me bi Şoreşa Rojava pêk hatin’

Endama koma Şehîd Mizgîn Guneyî Mustafa ya 43 salî bal kişand ser xebata xwe ya di komê de û wiha got: "Ya ku derfet ji me re çêkir ku em bikaribin xeyalên xwe pêk bînin felsefeya Rêber Apo û şehîdên me bû. Her dayikek bi riya stranan êşên xwe vedibêje. Di demên berê de ji ber adet û kevneşopiyên civakî jin hatibûn xeniqandin û nikaribûn bi rehetî xwedî li meraqên xwe derkevin. Ji zarokatiya xwe ve min ji dengbêjiyê hez dikir lê derfet tinebû ku ez xwedî li meraqên xwe derbikevim. Bi saya şoreşa Rojava derfet ji me re çêbû ku em xewnên xwe pêk bînin. Her jinek bi deng û lorîkên xwe peyamek ji civakê re radigihîne. Em ê çand û hebûna xwe ji qirkirinê biparêzin. Banga me ji jinan re ew e ku çanda xwe biparêzin."

 

‘Em stranên şoreşgerî û folklorî dibêjin’

Hêvîn Mihemed a ku cihê xwe di koma Şehîd Mizgîn de girtiye hestên xwe wiha anî ziman: "Em Şehîd Mizgîn bi bîr tînin û şopdarên xetê wê ne. Şehîd Mizgîn cihê xwe di warê hunerî û leşkerî de girtibû ev jî hêzek dida jinan. Dayikên ku cihê xwe di komê stranan de digrin eşqa wan ji dengbêjiyê re heye. Di bin navê şermê de jin ji meraq û xewnên xwe hatibûn mehrûmkirin. Bi derketina Şoreşa Rojava re şerma di vî warê de di nav civakê de hatibû belavkirin ji holê hat rakirin û êdî jin bi azadî dikarin tevbigerin û cihê xwe di nav hunerê de bigrin. Piranî stranên ku em dibêjin şoreşgerî û folklorî ne. Bi deng û stranên xwe em bersivê didin dijmin û tu carî nahêlin çanda me bidin qirkirin."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.