Xemsariya Îranê hate rûreşkirin

Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:30

  • Daristanên Rojhilatê Kurdistanê sereqet yan ji ber ku hêzên dewleta Îranê wan dişewitînin yan jî ji ber helwêsta bêberpirsiyar a hin welatiyan tên şewitandin.

Tîmên agirkujiyê yên Encûmena Sebz a Çiya li bajarê Merîwanê, ji bo balê bikişînin ser xemsariya rayedarên Îranê ya beramberî şewatên daristanan ên li Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanek li dar xistin. 

Daristanên Rojhilatê Kurdistanê sereqet yan ji ber ku hêzên dewleta Îranê wan dişewitînin yan jî ji ber helwêsta bêberpirsiyar a hin welatiyan tên şewitandin.

Encûmena Sebz a Çiya ya Merîwanê ku rêxistineke jîngehparêz e, ji bo pêşî li şewatên daristanan û gelek pirsgirêkên ku wê ekolojiya herêmê têk bibin, bigire hewl dide. Di vê çarçoveyê de bi xwe spartina hêz û derfetên xwe yên madî û manewî gelek xebatên giring ji bo parastina jîngehê bi rê ve birine.

Herî dawî wê beriya bi çend rojan hewl da agirê bi daristana Qelay Merîwan ketibû vemirîne. Hingê 3 jîngehparêzên endamê encûmenê birîndar bûbûn. Dewleta Îranê di vê çarçoveyê de heta niha ti alîkariyek nedaye vê rêxistina ekolojîk.

Bi armanca nîşandana nerazîbûna li hemberî vê xemsariya rayedarên dewleta Îranê li hemberî şewatên daristanan, ekîbên agirkujiyê yên Encûmena Sebz (Kesk) a Çiya li ber walîtiya bajarê Merîwanê xwepêşandanek li dar xist.

ANF/MERÎWAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.