Xelkê Kolombiyayê serî rakir 

Nûçeyên Cîhan

Şemî 8 Gulan 2021 - 05:54

  • Di encama tundiya dewletê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Kolombiyayê çalakiyên ku ji bo şermezarkirina pêşnûmeya reforma bacê dest pê kirin, veguherî serhildana li dijî hikumetê. Heta niha herî kêm 37 kes hatine kuştin. Welat li ber teqînê ye. 

Ji 28'ê Nîsanê û vir ve li Kolombiyayê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Çalakî li dijî pêşnûmeya hikumetê ya têkildarî reforma bacê dest pê kir. Ji ber çalakiyan Serokwezîrê rastgir Ivan Duque neçar ma paşve gavê biavêje û pêşnûme vekişand. Lê belê bi rengekî balkêş zilm û zora dewletê zêde kir.

Ev jî bû sedem ku çalakî berfireh bibin. Xwendekar, sendîkavan, karkerên ragihandinê, tevgerên xwecihî û gundî li çar aliyên paytext Bogotayê herikîn qadan.

Çalakger bi giranî ji ciwanan pêk tên. Li bajarê Calî ku çalakî lê berfireh in, polîsan êriş kirin. Li Calî xizanî ji sedî 36.3'ê ye û gelek caran bûyerên kuştinê lê diqewimin.

Çalakiyên şermezarkirinê di demeke kurt de li tevahiya welêt belav bûn. Hema bêje li her cihî bend hatin danîn.
Dîmenên ku li medya dîjîtal tên parvekirin nîşan didin ku rewş metirsîdar e. Bedenên bi xwîn ên li erdê dirêjkirî, destwerdana polîsan a bi çekên giran, gulereşandina polîsan, avahiyên di nava êgir de û teqîn.

Di encama tundiya dewletê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî hezar kes jî birîndar bûn.

BOGOTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.