Xelatên çalakiyên wêjeyê li Stuttgartê tên dayîn

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 27 Îlon 2022 - 03:55

Çalakiyên Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî 2´ê Cotmehê bi dayîna xelatan bi dawî dibe. Tevgerên xwendekarên Kurd YXK û YXK çalakiyan li dar dixin. Xelatên serketiyan îsal wê li bajarê Elmanyayê Stuttgartê werin eşkere kirin û bi merasîmê xelat wê bigihîjin serketiyên çalakiyê.

Merasîma xelatdayînê îsal wê di 2’yê Cotmehê de li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê pêk were. Navnîşana cihê pêşbirkê “Festhalle Feuerbach Grazerstraße, 70469 Stuttgart e”.

Di bernameya merasîma xelatdayînê de Cemîl Qoçgirî, Sûna Alan û Rêber Serhad wê konserê bidin. Her wiha pêşangeha hunerê ya Elîf Kuçuk û Savaş Boyraz wê bê nîşandan.

Komîteya Amadekar bang li wêjehezan, ciwanan, gelê Kurd û dostan kir da ku beşdarî pêşbirkê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.