‘Xelata Şerefname’ dan Perwîz Cîhanî 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:29

  • 
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ev çend sal in li ser navê Şerefxanê Bedlîsî bi navê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" dide kesên li ser kurdî xebatê dikin. Enstîtuyê îsal nivîskar, lêkolîner û wergêr Perwîz Cîhanî hêjayî xelatê dît.


Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2024'an roja 14'ê mehê bi merasimek da nivîskar, werger û lêkolîner Perwîz Cîhanî.
Dr. Perwîz Cîhanî ku zêdetirî çil salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite. Ew ji rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Bakur xebatên xwe yên ziman û wêjeyî didomîne.

Perwîz Cîhanî kî ye?
Perwîz Cîhanî sala 1955'an li gundê Belesora jêrîn ya bajarê Xoyê hatiye dinyayê. Dibistanên seretayî û kutayî li bajarên Xoy û Selmasê xwendîye. Li zanîngeha Peyamê Nûr li Ûrmîyê ziman û toreya Farsî qedandîye û sala 1993'yan karnameya karnasîya ziman û toreya Farsî ji wê zanîngehê wergirtîye. Ji salên 1975-1981'ê, 6 salan wekî mamostayê dibistana seretayî li gundên ser bi bajarê Xoyê mamostetî kiriye. Sala 1983-84 wekî lêkolerê li ser jîyana koçerên kurd li Sazumna Eșayirî ya Ûrmîyê xebitiye. 
Di navbera salên 1984-88'an de li radiyoyên kurdî yên Tehran û Ûrmîyê wekî nivîskar û bêjerên du bernameyên ferhengî xebitîye. Digel karê radiyoyê sala 1984'an digel mamosta Hêmin Mukrîyanî li bajarê Ûrmîyê di Intișarata Selahedîn Eyûbî de kovareke kurdî bi navê Sirwe, ku bi her du zaraveyên kurmancî û Soranî dihate weșandinê damezrandine. Deh salan ta 1995'an wekî cîgirê rêdaktor û berpirsê beşa kurmancî ya kovara Sirwe di Weşanên Selahedîn Eyûbî de xebitîye.

Sala 1995'an bi neçarî ji Kurdistanê derketîye û li welatê Swîsrayê bûye penaber. Salên 2002-2005 li zanîngeha Zurichê li fakulteya Felsefê beşa rojhelatnasîyê dest bi xwendinê kirîye. Çar salan wekî mamosteyê ziman û toreya kurdî li zanîngeha Mardîn Artuklu de dersên zimanê kurdî ji bo xwendekarên lîsans û lîsansa bilind daye.


Heta niha gelek pirtûkên wî derketine. 
Hinek ji pirtûkên wî ku amade kirin û weşandine ev in.
- Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Ûrmîye Weşanên Selahedîn Eyûbî, 1987
- Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî, Weşanên Selahedîn Eyûbî, 1987
- Rênivîsa Kurdî bi herdu șêweyan, Weşanên Selahedîn Eyûbî, 1988
- Peyam, komelekurteçîrok, Weşanên Bûyerên Rojhelat, Orient Realites, Swîsra/Isviçre, 1997
- Ax Șilêrok, helbest, Weşanên Apec, Stockholm, 1997
- Alole, komelekurteçîrok, Weşanên Doz, Stenbol, 2002
- Hezarav, ferhengek thematîk li ser Avê, Weşanên Doz, 2004
- Bilîcan, roman, Weşanên Doz, Stenbol, 2005
- Mem û Zîna Xanî bi șirove û rave, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2007
- Wergera çarîneyên Omerê Xeyyam, Weşanên Nûbihar Stenbol, 20015
- Çîrokehelbest, ji folklora Kurdî, Weşanên Wardoz, Amed, 2019
- Biratîya Quling û Ruvî, berhevokek ji folklora kurdî, Weşanên Sîtav, 2019
- Wergêran dubeytîyên Baba Tahir, Weşanên Nûbihar, 2023
- Lêkolîn li ser Leyla û Mecnûna Sewadî, Weşanên Sîtav, 2021
- Berawirdkarî li ser Mem û Zîna Hewramî û Beyta Mem û zînê ya Oskarman, Weşanên Peywend, 2022
- Wergêran û dahênana Xosrew û Şîrîna Nizamî, Weşanên Nûbihar,
DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.