Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê yekemîn konferansa xwe bi amadebûna 100 delegeyan li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê li dar xist. Di konferansê de meclîsa giştî û hevserokatiya yekîtiyê hat hilbijartin.
Xebatkarên nexweşxaneyên taybet û yên Rêveberiya Xweser cihê xwe di Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê de digirin.
Konferansa yekîtiyê bi amadebûna endamên TEV-DEM’ê û saziyên têkildarî tenduristiyê hat lidarxistin. Di konferansê de hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed şehîdên tenduristiyê bi bîr anîn û diyar kir ku kadroyên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka 2011`an ve cihê xwe di şeran hemûyan de girtine û wiha dewam kir: “Dirûşma we ya vê konferansê gelekî girîng û bi wate ye ku em bikarin xwe bi rêxistin bikin.”
Paşê di konferansê de nîqaş li ser rêziknameya hundir hat kirin, hevserokê Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mazin El-Şêx têkildarî avakirina yekîtiyê got, “Ev 4 meh in ku em li ser damezirandina yekîtiyê kar dikin. Ji 10 pisporiyên heyî di yekîtiyê de dê meclîs bê avakirin, meclîs wê ji 13-15 endaman pêk bê.”
Di dawiya konferansê de Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Karmendên Tenduristiyê hat avakirin, her wiha ji bo hevserokatiya yekîtiyê Sîlva Ebdullah û Mazin El-Şêx hatin hilbijartin. ANHA/QAMIŞLO