Workshopên li ser Şoreşa Rojava li Efrîkayê

Duşem 30 Gulan 2022 - 22:48

  • Gera heyeta komîteya dîplomasiyê ya tevgera ciwanên Kurd li Efrîkaya Başûr dewam dike.

Gera heyeta komîteya dîplomasiyê ya tevgera ciwanên Kurd li Efrîkaya Başûr dewam dike. Di çend rojên bihurî de gelek çalakî û workshop li ser Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin lidarxistin.

Li bajarên Port Elizabeth, George û Pietermaritzburgê qederê 150 karker, xwendekar û aktîvîst beşdarî workshopan bûn. Wan bi endamên heyetê re hevparî û cihêtiyên têkoşîn û xwebirêxistinkirina cihî minaqeşe kirin. 

Li navenda minaqeşeyê, avakirina modelên xwe birêxistinkirinê yên ji sîstema dewletê re alternatîv û rola ciwanan di pêvajoyên şoreşê de hebûn. Li ser girîngiya hevkariya înternasyonalîst minaqeşe hatin kirin, û li wan rêyên avakirina peywendiyên bi di navbera civaka Efrîkaya Başûr û Kurdistanê de jî hizirîn.

Heyet wê hîna KwaZulu-Natal tevgera herî mezin a civakî ya welêt Abahlali baseMjondolo bibîne da ku birêxistibnbûna komunal a li Townships çêtir nas bike.

CAPE TOWN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.