Wêneyên fermandaran xêz kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Tebax 2022 - 22:36

  • Hejmarek hunermendan li ser hin parçeyên dîwarên avahiya Navenda Têkiliyan a Til Temirê, wêneyên fermandar û şervanên şehîd xêz kirin.

Ji bo bîranîna şehîd Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed ên ku di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê wêneyên wan li ser dîwarê avahiya ku hatî bombebarankirin xêz kirin.

Bi nêzbûna salvegera yekemîn a şehadeta fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û hevrêyên wan Seyfullah Ehmed û Rûbar Hesekê û ji bo bibîranîna wan, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê hejmarek hunermend erkdar kirin da ku wêneyên wan şehîdan li ser dîwarên avahiya ku hatiye bombebarankirin, xêz bikin.

19’ê Tebaxê salvegera yekemîn a şehadeta wan fermandar û şervanan e yên ku di encama du êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî rêya Elî Fero û Navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûbûn.

Hejmarek hunermendan li ser hin parçeyên dîwarên avahiya Navenda Têkiliyan a Til Temirê, wêneyên fermandar û şervanên şehîd xêz kirin.

Fermandariya Giştî ya QSD´ê di 20'ê Tebaxa 2021'ê de ragihandibû ku 19’ê Tebaxê, balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker erebeya fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj hedef girtiye û di encamê de heval Rênas şehîd bû. Heman rojê tam saet 6:00’an êvarê, artêşa Tirk a dagirker li dijî navenda Meclisa Leşkerî ya

Til Temirê êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de, endama Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Meclisa Leşkerî ya QSD´ê Sosin Bîrhat û hevrêyên wê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn û sê şervan jî birîndar bûn.

ANHA / TIL TEMIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.