Wêne tehlûkeyê nîşan dide

Şemî 8 Gulan 2021 - 07:51

Kameraya ajansa ANHAʼyê dîmen û resmê ava çemê Firatê li herêmeke nêzî bendava Tişrînê girt. Ev 3 meh in ku rêjeya ava çemê Firatê ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, pir kêm bûye. Di wêne de jî bi hêsanî tê dîtin ava çemê Firatê bi deh metreyan kêm bûye.

Dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê ya ber bi xaka Sûriyê ve diherike, bi rêjeya ji sedî 60 heta 70 ji Çileya îsal ve ji miqdara li ser hatiye lihevkirinê kêm kiriye, ew jî binpêkirina peymana ku di navbera Enqere, Şam û Bexdayê ya 1987’an de ye. 

Li gorî peymanê, divê para Sûriyê ji avê di saniyekê de 500 metrekûp be. Ew yek jî li gorî çavdêran dewleta Tirk ji salan ve şerê avê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Kêmbûna avê gefan li beşên çandinî û endustriyê yên li hewza Firatê ya Sûriyê dike, li gel wê jî herêmên mîna Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazor û Helebê ava çem wek çavkaniya sereke ya ava vexwarinê bi kar tînin.

Bi kêmbûna ava çem re, bendav jî kêm elektrîkê çêdikin û zirareke mezin li masî û zindiyên di çem de dibe.

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.