Rojnamevan Steve Sweeney ji bo rojnameya Ingilîz a nêzî tevgera sendîkavaniyê, Morning Starê nûçeyek li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî hêzên gerîla amade kiriye.

Rojnamevan xwe gihandiye wêneyên gerîlayekî şehîdkirî yê ku hesabên nijadperestên Tirk belav dikin. Di wêneyan de ku em ê li vir parve nekin, eşkere xuya dike ku ti birîn li ser bedena gerîlayî nîne. Li gorî hesaban, ew wêne piştî şerê dijwar ê 3´yê Gulanê li herêma Avaşînê hatiye girtin.

Berdevkê têkiliyên derve yê KCK´ê Zagros Hîwa bi rojnameyê re peyiviye û gotiye, "Hûn dikarin bibîbin ku ti birîn li ser bedena şehîdî nîne. Eşkere ye ku ev encama bikaranîna sîlehên kîmyewî ye bi destê artêşa Tirk."

2 hezar çeteyên dewleta Tirk li Başûr 

Komîteya Karê Derve ya KCK´ê jî daxuyanî da rojnameyê û bang li rêxistinên navneteweyî û Ingilîstanê jî kir da ku bikaranîna sîlehên kîmyewî ya bi destê dewleta Tirk rûreş bikin. Wê her wiha ev bang jî kir: "Em bang li van rêxistinan dikin da ku heyetê bişînin deverên êriş li wan bûyî. Em bang li raya giştî ta navneteweyî û miletê Ingilîstanê jî dikin, da ku li dijê şerê qirêj ê dewleta Tirk bibin xwedî helwêst."

Di nûçeyê de aliyekî din ê balkêş ew e ku KCK´ê bi daxuyaniya xwe ya ji rojnameyê re gotiye, 2 hezar çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûrî jî di şerê dagirkeriyê yê li dijî Başûrê Kurdistanê de tên bikaranîn.

Fermandarê NPG´ê Murat Karayilan hingê dabû zanîn ku dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar anîne. 

Dewleta Tirk li dijî Rojava jî di dagirkeriya Cotmeha 2019´an de li Serêkaniyê sîlehên kîmyewî bi kar anîn. Piştî ku ev piştrast bû, Rêxistina ji bo Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) lêpirsîn betal kir bi îdîaya ku fosfora spî nabe ku weke sîleha kîmyewî bê dîtin. Hema beriya vê daxuyaniyê jî dewleta Tirk 30 hezar euro fon da Navenda Kîmya û Teknolojiyê ya OPCW´yê.  

LONDON