Li Misrê fosîlê hûtekî behrê yê 43 milyon salî hate dîtin. Erê hûtê behrê yanî balîna hingê jî hebûn, lê hingê lingê wan jî hebûn. Tam 4 lingên wan. 
Fosîlê bi navê zanistî ”amfibik phiomicetus anubis” ê 43 milyon salî, 3 metroyan dirêj e û nêzî 600 kîloyî giran e. Çar ling û çengekî xwe yê hişk heye.

Lêkoler dibêjin, ev fosîlê balînayekî ye.

Zanyarên Misrî fosîl li herêma Fayoumê ya li başûrê paytext Qahîreyê dît. Li gorî nûçeya kovara Insiderê, ev pêşiyên balînayan beriya 43 milyon salan di serdema ‘Eosenê’ de bûn.

Zanyar difikirin ku ev balîna li bejahiyê dimeşiyan, li deryayê jî melevanên baş bûn. Ew gelekî xurt bûn û ji bo nêçîra masiyan ji bejê berê xwe dane av.

Zanyar dibêjin, ”Me keşif kir ku bi çengê xwe yê xurt, ji bo parçekirina nêçira xwe gelekî hişk û mêtirsîdar bû. Ev balîna ji bo pirraniya heywanên li derdora xwe mîna xwedayê mirinê bû.”

Sala 2019’an bermahiyên balînayekî ji 4 lingan li başûrê paytexta Perûyê Lîmayê hatibû dîtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN