- Walîtiya Dêrsimê ku êşkenceya li Dogukan Gul hatiye kirin, parast.
Walîtiya Dêrsimê ku êşkenceya li Dogukan Gul hatiye kirin, parast.
Ciwanê bi navê Dogukan Gul tevî sê hevalên xwe di 11’ê Nîsanê de li Taxa Ataturk a Dêrsimê hatibû binçavkirin û li Midûriyeta Polêsan a Bajêr hatibû ragirtin. Di nezareta de li midûriyeta polêsên dagirkeriya Tirk, polêsên dewleta Tirk êşkence li Gul kir. Têkildarî mijarê Walîtiya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Walîtiyê êşkenceya polêsan li Gul kir parast.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ev îdîa kirin: “Di rageşiyê de du karmendên cemaweriyê (yanî polêsên dagirkeriya Tirk) ji hinek deverên xwe birîndar bûn û destê karmendekî (polêsekî) jî şikest. Karmendên cemaweriyê ji bo gilî bikin çûn Şaxa Midûriyeta Polêsan a Dêrsimê. Piştî îfadeyê jî ji bo rapora derbê xwestin biçin nexweşxaneyê. Lê li pêşiya avahî dîsa rastî wê komê hat û dîsa di navbera wan de rageşî derket.”
DÊRSIM