- Kanada firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal kir.
Kanada ku bi salan e teknolojiya çekan difiroşe dewleta Tirk, bi hinceta ku li Qerebaxê ew çek bi kar anîne, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal kir.
Wezareta Karên Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama lêpirsîna têkildarî teknolojiyên çekan ên ji bo Tirkiyeyê, hate tesbîtkirin ku Enqere li gorî şert û mercan tevnegeriyaye. Wezîr Marc Garneau diyar kir ku ev teknolojî bi taybetî li Qerebaxê di balafirên bêmirov de ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve diyar kir ku wan nizanîbûn teknolojiya wan li Qerebaxê dihate bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek hem li dijî polîtîkaya Kanadayê ye, hem jî li dijî garantiyên li ser armanca bikaranîna teknolojiya çekan a Tirkiyeyê ye. Marc Garneau anî ziman ku wan ev yek ragihandiye Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî.
Wezîr destnîşan kir ku beşeke girîng a firotina çekan a berê hatibû rawestandin, û niha bi temamî hatiye betalkirin û diyar kir ku ev biryar li ser 29 firotinên cuda ye. Wezîr firotina çekan a di çarçoveya bernameya hevkariya NATO'yê de êdî 'yek bi yek' lêbikolin.
Kanadayê sala 2019'an bi buhayê 150 milyon dolarê Kanadayê çek firotin Tirkiyeyê û piraniya van jî teknolojiya di dronên dewleta Tirk de ne. Par jî li ser vê mijarê raporek hate weşandin û piştre hikûmeta Kanadayê Cotmehê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandibû. Sala 2019'an de jî piştî êrişên dagirkeriyê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî Kanadayê gelek destûren firotina sîlehan ber bi Tirkiyeyê ve betal kiribûn.
OTTOWA