• Ne ji dewleta Tirk û general û çeteyên wê yên ji Sûriyê bûya, Azerbêcanê nedikarî herêma Qerebaxê dagir bike. 

Di raporeke rojnameya The California Courier de hate destnîşankirin ku ne ji dewleta Tirk û general û çeteyên wê yên ji Sûriyê bûya, Azerbêcanê nedikarî herêma Qerebaxê dagir bike. 

Li gorî rojnameya Emerîkî, rojnamevanekî Tirk ê hatiye sirgûnkirin, di raporekê de nav û çalakiyên 3 generalên Tirk ku bi roleke sereke rabûne di fermandariya şerê Azerbeycan û Ermenistanê yê li ser Qerebaxê de, eşkere kirin.

Ji bilî balafirên bêpîlot her wiha 200 şêwirmendên leşkerî yên Tirk û bi hezaran çeteyên sûrî li şûna hêzên Azerbeycanê beşdarî şer bûbûn. 
Li gorî rojnameyê, yek ji fermandarên leşkerî yên Tirk, General Şerîf Once ye, yê din Bahtiyar Ersay û yê sêyemîn Goksel Kahya ye.

FRANKFURT