• Di nava heman salê de Neteweyên Yekbûyî 17 caran ji ber binpêkirina mafan Îsraîl rûreş kir !

Rêxistina Mafê Mirovan U.N. Watchê lîsteya xwe ya welatên sala 2020´an herî zêde mafê mirovan binpê kirine, eşkere kir. Di serê lîsteyê de Çîn heye. Lê di lîsteya 10 welatên herî xirab de du dagirkerên Kurdistanê jî hene. Hema li pişt Çînê Îran, Tirkiye, Kamerûn, Venezuella, Erebistana Siûdî, Koreya Bakur, Kuba, Zîmbabwe û Rûsya hene.

U.N. Watchê rexne li Neteweyên Yekbûyî girt, ji ber ku ji bo binpêkirina mafên mirovan bi destên van dewletan yek cara tenê jî sala 2020´ê rûreş nekir. Di nava heman salê de Neteweyên Yekbûyî 17 caran ji ber binpêkirina mafan Îsraîl rûreş kir. 

U.N. Watchê ji bo dagirkerên Kurdistanê di rapora xwe de got, "Îranê muxalifên rejîmê bidarvekirin, li Sûrî komkujer fînanse kirin, terorîzm fînanse kir, balefireke rêwiyan bombe kir û xwepêşanderên aştiyane kuştin. Tirkiyeyê çalakgerê mafê mirovan Osman Kavala û gelek rojnamevan girtin û di heman demê de av ji ser 460 Kurdî birrî."

NEW YORK