• Fransayê vê dema dawiyê gelek keştiyên şer li rojhilatê Derya Spî wezîfedar kir û ev yek weke hewldanek li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê tê nirxandin.

Hêzên deryayî yên Fransayê vê dema dawiyê gelek keştiyên şer li rojhilatê Derya Spî wezîfedar kir û ev yek weke hewldanek li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê tê nirxandin.

Di nûçeyeke li malpera Bruxelles2 de ku bi îmzeya Nîcolas Gros-Verheyde hate weşandin, operasyona hêzên deryayî ya Fransayê ya bi navê 'Medor' hate şirovekirin. Hate ragihandin ku ev operasyon ji aliyê Wezareta Parastinê ya Fransayê ve meha Îlonê hate ragihandin, bi beşdariya herî kêm 3 firqateynan û gelek amûrên hewayî pêk tê.

Di nûçeyê de hate ragihandin, ku tevî firqeteyna bi navê La Fayette (F-710) a ku beriya niha li dijî çeteyên DAÎŞ'ê di Operasyona Chammalê de hate bikaranîn, her wiha Latouche-Trevîlle (D-646) a ku li dijî keştiyên binê avê wezîfeyê dike û Firqeteyna parastina hewayî (D-620) beşdarî vê operasyonê dibin.
Ji bo piştgiriya van her sê firqeteynan, her wiha bi armanca hêsanîkirina şopandina ji hewayê du balafirên bi cûreyên Atlanqitue 2 û E3-F Awacs hatin wezîfedarkirin. Li gorî agahiyan gelek helîkopter jî li ser herêmê digerin.

Tirkiyeyê dawiya meha Cotmehê li rojhilatê Derya Spî li peravên Qibris û Yewnanistanê bi keştiyên xwe yên Orûç Reîs, Ataman û Cengîz Han dest bi karê lêkolîna sîsmîk û sondajê kiribû.

Fransayê beriya niha gelek caran li dijî vê hewldana provokatîf a Tirkiyeyê ya binpêkirina hiqûqa navneteweyî, ragihandibû ku ew bi Yewnanistan û Qibrisê re ye.

ANF/PARÎS