TEV-DEM’ê Cejna Êzî pîroz kir

În 15 Kanûn 2023 - 00:45

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tevgerê Cejna Êzî li civaka Êzîdî û gelê Kurd, pêkhateyên herêmê, şervanên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Tevgerê diyar kir ku ev cejn, gelek girîng e û li Mezopotamyayê cejna pêşîn e û got: "Êzîdî, di pêvajoyeke gelek girîng û hesas de cejna xwe pîroz dikin, êş û komkujiyên li Şengalê, herêmên dagirkirî wekî Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî hîna zindî ne. Xelkê me yê koçber li kampên Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ve dorpêçkirî ye."

TEV-DEM`ê destnîşan kir ku civaka Êzîdî li Şengalê hîna rû bi rûyî sûcên şer û siyasetên PDK`ê ye û ji ber armancên siyasî yên hizbayetiyê û bêdengiya hikumeta Bexdayê, nikarin bi hêsanî vegerin warên xwe.

TEV-DEM`ê hêvî kir ev bone, bibe wesîleya xurtkirina berxwedan û hevgirtinê li hember komplo û siyasetên li dijî vîna civaka Êzîdî. Her wiha TEV-DEM`ê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û yên parastina kêmneteweyan kir ku berpirsyariyên xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku li dijî civaka Êzîdî li Iraqê û Sûriyeyê sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê pêk tîne, bînin cih.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.