
- Gustav Klimt weke endamekî “Koma Sezession” ya Viyanayê jî tê zanîn. Ew di bin tesîra gelek şêwekaran de maye. Her wiha gelek şêwekar jî di bin tesîra wî de mane.
XASÊ CÛNÊ
Gustav Klimt weke şêwekarekî Awusturyayî tê zanîn. Wî di temenekî ciwan de bala xwe daye ser bizava sembolîzmê û art nouveau (pêla “hunerê nû”). Berhemên ku wî afirandine bêhtir di bin tesîra van bizavan de mane. Di vî warî de tabloya wî ya bi navê “Der Kuss” (Maç/Ramûsan) gelekî navdar e û hema bêje, êdî ew bûye îkoneke populer. Wî ji xeynî tabloyan, gelek dîwar jî resmandine, yanî xêzên wî yên li ser dîwaran jî gelek in.
Lê mijara sereke ya xebatên wî, weke ku di tabloyên wî de jî xuya dike, jin e. Nexasim jî li ser anatomi û bedena jinê hûr dibe. Wî di tabloyên xwe de her tim jineke ku wî jê hez kiriye, weke model bi kar aniye û ew xêz kiriye. Her wiha xemlên dekoratîf ên di tabloyên wî de jî navdar in û tabloyên wî xweşiktir dikin. Li gorî lêkolînan, derketiye holê ku wî di hinek tabloyên xwe de “zêrê xwerû” jî bi kar aniye.
Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de bi destê Nazîyan gelek tabloyên wî yên li Zanîngeha Viyanayê tên rûxandin. Lê dîsa jî ew bi awayekî tên restorekirin û heta roja îro dimînin. Gustav Klimt ku weke endamekî “Koma Sezession” ya Viyanayê jî tê zanîn, di bin tesîra gelek şêwekaran de maye. Her wiha gelek şêwekar jî di bin tesîra wî de mane. Nexasim jî şêwekarê navdar Egon Schiele gelekî maye di bin tesîra karên wî de. Egon Schiele di 28 saliya xwe de ango di temenekî ciwan de miribû.
Tesîra Van Gogh û Matisse
Di van demên dawiyê de Muzeya Van Gogh ya li Amsterdamê pêşangeheke bi navê “Golden Boy Gustav Klimt: Inspired by Van Gogh, Rodin, Matisse” li dar dixe. Muzeya Van Gogh bi vê pêşangehê hewl dide ku tesîra Van Gogh, Auguste Rodîn û Henri Matisse ya li ser Gustav Klimt nîşan bide. Di pêşangehê de berhemên Gustav Klimt yên bi navê “Der Kuss” (1908), Water Serpentes II (Marên avê II)” (1904), “Judith” (1901) û “Emilie Floge” (1902) dê werin nîşandan. Li gel van berhemên wî 36 berhemên wî yên din jî wê werin nîşandan.
Bi Van Gogh kontrasta tabloyên wî diguhere
Li gorî nûçeya The Art Newspaper, Gustav Klimt sala 1903’yan hunerê Van Gogh kifş dike û di bin tesîra karên wî de dimîne. Tesîra Van Gogh, di berhemên wî yên salên 1910’an de xwe dide der. Xasma jî kontrastên rengên wî yên li ser tabloyan diguherin û bêhtir bi hêz dibin. Berhema bi navê “The Pink Orchard (Dehla avorî/pemba)” (1988) ya Van Gogh, bûye îlhama tabloya wî ya bi navê “Aveneu to Schloss Kamer (Rêya ber bi Qesra Kamer ve)” (1912). Her wiha kulîlkên di tabloya Van Gogh ya “Daubigny’s Garden (Baxçeyê Daubignyê)” (1890) de û yên di tabloya “Italian Garden Landscape (Dîmenê Baxçeyên Îtalî)” (1913) de ya ku Gustav Klimt çêkiriye, pirr dişibin hev û vê tesîrê nîşan didin. Pêşangeh her çiqas li ser sê hunermendan be, her sê hunermendên ku Gustav Klimt di bin tesîra wan de maye, di heman demê de tesîra şêwekarên weke Paul Cézanne, Édouard Manet, Claude Monet, Edvard Munch, Georges Seurat, Henri de Toulouse-Lautrec û James Abbott McNeill Whistler jî nîşan dide. Di pêşangehê de 3 berhemên Van Gogh, 5 berhemên Rodîn û berhemeke Matisse tê nîşandan.
Tabloyên wî jî bûn hedefa çalakvanan
Di van rojan de ku çalakiyên li muzeyan pirr bi pêş ketine, tabloya Gustav Klimt jî bû hedefa çalakvanên avûhewayê. Beriya bi çend rojan, aktivîstên avûhewayê li Muzeya Leopold ya Viyanayê çalakiyek li dar xistibûn û di vê çalakiyê de tiûtekî weke qetranê avêtibûn ser tabloya Gustav Klimt a bi navê “Death and Life (Mirin û jiyan)”. Çalakvanan qetraneke reş firfirandibû ser tabloyê û tablo herimandibûn. Rayedarên muzeyê ragihand ku vê çalakiya hanê ti zirar li tabloya Gustav Klimt nekiriye.
Pêşangeha Gustav Klimt a li Amsterdamê wê heta 8’ê Çileyê 2023´yan dewam bike. Piştî Amsterdamê heman pêşangeh wê li “Lower Belvedere” ya Viyanayê jî li xelkê bê vekirin.














