Maxime Azadî ji bo ANF'ê bi siyaseta Fransayê ya beramberî Kurdan daketiye û bi awayekî heq dipirse, gelo rêbazên dewleta Tirk dixwaze li dijî Kurdan bi kar bîne. Ew bi şahidên Êrişa nijadperestên Tirk a 3'yê Nîsanê ya li dijî  komelya Kurdan a li Lyonê re peyiviye: "Di destê wan de hesinên ku mîna kulmê bi kar dianîn, çoyê beyzbolê, kêr hebûn.

Firsend nedîtin ku kêrê bi kar bînin. Birîndarên me jî ji ber wan hesinan bûn. Dema ku ketin hundir rûyê wan pêçayî bû. Maske li ser rûyê wan bû. Hemûyan jî kincê reş li xwe kiribûn. Bejna wan bi qasî 1.65 metreyî dirêj bû. Temenê wan jî di navbera 20-25 salî de bû. Perwerdeya lêdanê wergirtibûn.

Me nehişt ku ew bikevin hundir. Dixwestin me lînç bikin, piştre jî li ser medya dîjîtal parve bikin, lê bi ser neketin. Me ji êrişkaran 5, 6 kes birîndar kirin, neçar man birevin û Telefoneke wan kete destê me, me jî da polêsan."

Beriya vê telefonê bidin polêsan, wan ji ber çavdêrî û keşfên li dijî komeleyê jî polês agahdar kiribûn. Polêsê Fransî ti tişt nekir, ti tevdîr wernegirt. 

Ev mînakeke êrişên li dijî Kurdan û hindikahiyên din tên organîze kirin. Rêxistinên Kurdan ên li Fransayê ji Maxime Azadî re gotine, rêxistina nijadperest a paramîlîter a Enqereyê, Gurên Boz van êrişan dike. Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) dibêje êrişên Gurên Boz ên li Fransayê bi destê MÎT'ê tên organîzekirin. Desteya Wezîran a hikûmeta Fransayê Gurên Boz fermî qedexe kiriye, lê belê di pratîkê de yek gava tenê jî nehatiye avêtin. 

Gelo Fransa wan xurt dike

Maxime Azadî dibêje, "Ev êrişên ku pêwendiya xwe bi polîtîkayên Enqereyê yên li dijî Kurdan heye, ji kiryarên zordar ên Fransayê yên dema dawî li dijî Kurdan dike, hêzê werdigirin.

Êrişên li Lyonê di demeke welê de hatin kirin ku polîsên Fransayê li sê bajaran avêtin ser malên Kurdan. 23'ê Adarê li Parîs, Marsîlya û Draguignanê bi hevdemî avêtin ser Kurdan û di encamê de herî kêm 12 kes hatin destgîrkirin, 7 ji wan jî hatin girtin."

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Erhan Tarhan jê re dibêje, "Ji sedî sed biryareke siyasî ye, ji jorê ve biryara serdegirtinê hatiye wergirtin. Em vê yekê weke beşek ji polîtîkaya zext û tepisandina Kurdan a Erdogan dibînin."

Rêbaza dewleta Tirk li dijî Kurdan

Maxime Azadî bi bîr dixe ku di demên cuda de ji qereqolê bang li nêzî 100 kesî hatiye kirin û bi hinceta lêpirsînê zexta sîxuriyê li wan hatiye kirin: "Zextê dikin ku bi wan bidin gotin, 'komele tê zextê li me dike'. Di bin navê karê anketê de bang dikin. Em cara yekemîn dibînin ku di vê astê de dikin. Ev kiryar ne rêbaza Ewrûpa û Fransayê ye. Dişibe rêbaza Tirkiyeyê."

Ew bûyereke din jî bi bîr dixe, 24'ê Adara bihurî qereqolê bang li Hevserokê berê yê CDK-F'ê Vedat Bîngol kir. Bîngol tevî parêzerê xwe çû hevdîtinê: "Dema ku em çûn qereqolê nivîsek ji 10 rûpelî ya têkildarî dozek dozgerên Enqereyê hebû. Di sê, çar rûpelên wê de wêneyên ji medya dîjîtal û yek-du wêneyê ji pirtûkek SETA'yê hatibû wergirtin." Yanî doza li Enqereyê ku li Fransayê ew doz bi xwe li gorî qanûnî binpêkirina mafê destûrî yê welatiyan e, ji Enqerê biribûn Parîsê. 

Hevdîtinên dewletê li dijî Kurdên Fransayê

Zext, ne tenê ev in. Cemidandina mal û milk, û cemidandina hesabê bankayê, li dijî Kurdan weke sîleh tê bikaranîn. Vedat Bîngol ji Maxime Azadî re gotiye, "13'ê Hezîrana 2019'an Wezîrê Karên Derve yê Fransayê çû Tirkiyeyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk re hevdîtin kir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de (Wezîrê Tirk) têkildarî vê biryarê spas kir û got, 'em teşwîq dikin'. Vê pêvajoyê dewam kir û di nava 6 mehan de 12 Kurdên din li vê lîsteyê hatin bicihkirin."

Li gorî Vedat Bîngol peywendiya serdegirtinên li Marsîlyayê jî bi hevdîtina Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Erdogan a 2'ê Adarê û hevdîtina wezîrên karên derve yên herdu welatan a 18'ê Adarê re heye.

Bîlançoyeke ne li xêrê

Maxime Azadî bîlançoya ne li xêrê ya vê siyaseta dewleta Fransayê ya ji 2019'an ve jî parve kiriye: 
- 16 aktîvîst û rêveberên Kurd bi hinceta piştgirî dane 'rêxistina terorê' di çarçoveya pêkanîneke îdarî de hesabên wan hatin cemidandin.
- Sibata 2020'an li bajarê Bordeauxê 6 aktîvîstên Kurd bi fermana dozgeriya antî-terorê hatin girtin û ew birin Parîsê. 5 ji wan hatin berdan, yek jê hîna jî girtî ye.
- Îlona heman salê dewleta Fransayê mohra xwe avêt binê kiryareke nû û aktîvîstekî Kurd ku 14 salan li Fransayê daxwaza penaberiya siyasî kir û sê zarokên wan li Fransayê ji dayik bûbûn, bi binpêkirina hiqûqa xwe û peymana Cenevreyê radestî Tirkiyeyê kir.
- Di nava sala 2020'an de statuya penaberiya siyasî ya 4 Kurdan ku zêdeyî 20 salan li Fransayê diman, bi hinceta ku di çarçoveya 'terorê' de ceza xwarine hate betalkirin.
- Çileyê 2021'ê mal û milkên 14 Kurdan hatin cemidandin.
- 5'ê Nîsana 2021'ê mal û milkên 6 Kurdan hatin cemidandin.
 -Meha Adarê di serî de li Marsîlyayê li sê bajaran gelek Kurd hatin destgîrkirin, 7 jê hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN