
- Siyaset aqil e (Lê ne tenê aqil e): Ji aliyekî ve ji bo siyasetê pêdivî bi aqilekî kûr, stratejî, plansazî û mentiqê heye. Lê ji aliyê din ve, di siyasetê de hêz, daxwaz, hest û berjewendiyên aborî/civakî jî roleke pir mezin dileyizin. Ji ber vê yekê siyaset carinan li dervayî aqilê giştî û tenê li gorî "berjewendiyên hêzê" jî dimeşe.
Bi kurtasî; siyaset branşeke birêvebirinê ye ku aqil wekî amûrekî bi kar tîne da ku hêz û civakê bi rêve bibe. Kurdan, beranberî civakên mezin û serdest, gelekî dereng derbazî şaxê siyasetê bûn. Ber bi dawiya hilweşandina Impretoriya osmaniyan û lewaziya safawiyan.
Di despêka sedsala 20’î de, li Stenbolê rewşenbîr û navdarên Kurd, Cemiyeta Tealî Kurdistan û gelek komeyeyên civakî ava kirin, bi avakirina sazî û dezgehan kelepora (birikim ) Kurdan siyasî- çandî, di 1927’an de, avakirina Xoybûnê, (yekem partiya siyasî ) gelê Kurd derbazî qonaxa siyaseta Partîbûnê bûye.
1939 Partiya Hîwa ( başûr ). 1942 Komeleya Jiyanewey Kurdistan (Rojhelat) ku piştre veguhêzî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di 1945’an.
1946 Partiya Demokrat a Kurdistana (Iraq ) . 1957 Partiya Demokrat a Kurdistan (Sûriye) – PDKS. 1965 Partiya Demokrat a Kurdistan (Tirkiye) – PDKT. 1975 Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê - YNK (Başûr). 1978 Partiya Karkerên Kurdistanê - PKK (Bakur).
Bi gelemperî ev partî û tevgerên bingehînin, ên ku bizava netewa kurd di sedsala bihurî de derketin û ji bo rizgarî û azadiya gelê xwe têkoşîn dan û hîn jî berdewam in.
Bi kurtasî em li armanc û bernameyên van partiyan temaşe bikin, hemû bi daxwaza vîna yekîtiya netewî dest pê dike, bi demokrasî û wekheviyê temam dike.
Sedsal di ser dîroka sazbûna partiyên siyasî re bihurî, helbet bedelên mezin û nirxên bêhempa, berdewamiya têkoşînê naye înkarkirin. Lê belê sed heyf û mixabîn, ku hîn jî armanca bingehîn ne yekîtiya netewî , ne jî demokrasî pêk nehatî!
Mebest ji vê pêşgotina kurt ew e, ku mijara me ( têkliya huner û siyasetê ) ji esasê de wî ( Aqilê Siyasetê ) binirxînim an şîrove bikim! Ji serdema Xoybûn û pêde, çendî partî û tevgerên Kurd çêbûn.
Di Lîteratûr a hemû partiyan de, ji bilî ( Partiya Karkerên Kurdistan- PKK) de, di derbarê çand û hunerê de, ne belgeyek, ne dekleresiyonek ne manifestoyek, nejî stratejiyek diyar heye, heger hebe jî, belkî ez nizanibim.
Partiya Karkerên Kurdistanê, di manifestoya yekem de, stratejîkbûna têkoşîna çand û hunerê pejirandî. Rêber Ocalan di gelek belge û dîdaran de, hertim destnîşan kirî, ku wan bi bandora çand û hunerê dest bi têkoşîna şoreşê kirine! Helbet ne tesedufe, ku Ocalan: siyaseta resen bi hostetî û hunerî bi wate dibe!
Berî hertiştî aqilê Kurd, bi kîjan kirîteran, an kîjan pîvana dest bi siyasetê kirî? Çiqas siyaset li gorî normên siyasetê siyaset meşandî? Çendî ametor, çendî siyaseta prefesyonal li gorî realiteya çanda civaka xwe afirandî. Heger meriv vekolîna vê babetê neke, meriv nikane rastî û heqîqetan jî zelal bibîne.
Lêborînê ji xwendevanên xwe dixwazim, belkî vê hevokê hertim dubare dikim, ku di dîroka sedsalê de yekemîn têkoşîna çand û hunerê bi avakirina Hunerkom re destpê kir. Têkoşîna çand û hunerê, pêngav û serdemên ku ev têkoşîna çand û hunerê bihurandine, ezmûn û tecrûbeyên bi dest xistî, bêhempa ye.
Bêguman e, nirxandin û şîrovekirina wê dîrokê jî wê ne hêsan be. Di nivîsandina van mijaran de, rastî bêjim, weku kedkarekî têkoşîna çandê, ku min hemû hucreyên bîr û ayinde ên xwe xistine bi zext û zorê, li arşîv û deftera notgirî ên xwe dizîvirim, daku rastiyê, heqîqetê binivîsim. Bê guman e, helbet ez dîroka dûr û dirêj nabêjim, mebesta min ew e, ku têkliya huner û siyasetê her demê nakok e û bi pirsgirêk e, hewldayîna min, ku wêneyekî zelal û resen diyar bikim!
Bi salan min hertim serê xwe li ser van nakokiya di navbera (siyaset û hunerê ) de mijûl kir. Bê guman e, min hem sûd wergirt, hem jî bedelên giran min dan. Lê dîsa jî bêjim: tiştek bê bedel nîne.
XELÎL XEMGÎN / AZADIYA WELAT







