Thomas Kilpper bi înstalasyon û xêzkirinê li Elmanyayê li qada hunerê nûjen hunermendekî naskirî ye. Li ser tecrîdkirina şidandî ya ku dewleta Tirk li Îmraliyê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, ew ji ANF'ê re axivî.
Kilpper li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e û dersên hunerî dide; li ser mijarê wî ev şirove kir: "Siyaseta şer a ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyeyê û herêmên Kurdan dimeşîne gihîştiye asteke metirsîdar."
Têkilîdarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ku zêdeyî 20 salan e dewam dike, Kilpper got, "Ev rewş bi tena serê xwe nîşaneya berbiçav a wê yekê ye ku Tirkiye mafên mirovan binpê dike." Hunermend Klipper destnîşan kir ku tecrîd êşkenceyeke psîkolojîk e, ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang kir.
Nîşaneya binpêkirina mafan e
Hunermend Kilpper vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê rexne kir û got, "Ev rewş ji bo min gaveke metirsîdar e û bi dîtina min, ev yek nîşaneyeke din a binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê ye."
Hunermendê Elman Thomas Kilpper anî ziman, ku ne tenê Tirkiye, vê dema dawî, welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê jî xwe li mafên mirovan kerr û kor dikin û bal bire ser cihêkariya li penaberan û koçberan tê kirin. Klipper weke hunermendekî daxwaza xwe wiha anî ziman: "Daxwaza min ew e ku formên şideta dewletê hemû bi dawî bibin û li şûna vê jî cîhaneke bi mafên mirovan ên gerdûnî hebe."
NAVENDA NÛÇEYAN