Talîbanê ‘Dengê Jinê’ jî girt

Nûçeyên Jin

Şemî 1 Nîsan 2023 - 04:43

Talîban li efxanistanê qedexe û zexta li dijî jinan didomîne. Wê radyoya ‘Dengê Jinê’ ya ku bernameyên li ser qedexekirina perwerdehiya zarokên keç pêşkêş dike, girt.

Li Efxanistanê ji Tebaxa 2021’ê ve desthilatdariyê Talîbanê, gelek qedexe li ser jinan sepandin. Talîbanê, herî dawî di 30’ê Adarê de stasyona radyoyê ‘Dengê Jinê’ ya li Bedahşanê girt.

Rêveberiya Ragihandin û Çandê ya Talîbanê, radyoya herêmî ya bi navê "Dengê Jinê" bi îdiaya ku di Remezanê de weşana muzîkê dike, girt.

Li dijî wê, Rêvebira radyoyê Naglaa Şêrzad jî got, ji ber ku wan bernameyên derbarê qedexekirina perwerdehiya keçan de pêşkêş kirine, hêzên Talîbanê aciz bûne. Şêrzad got, piştî ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kiriye, radyoya wan gelek caran bi girtinê hatiye cezakirin. Wê anî ziman ku ji ber van astengî û cezayan xebatkarên radyoyê ji malên xwe bernameyên radyoyê pêşkêş kirine.

KABÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.