Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind ya Hikumeta Talîban ya Efxanistanê Hafiz Siyaela Haşimî bi daxuyaniyekê ragihand ku wezareta wan heya demek nediyar, li zanîngehên Efxanistanê xwendin li jinan qedexe kiriye. Haşimî da zanîn ku biryar ji bo hemû zanîngehên hikumî û taybet yên welat derbas dibe.
Beriya niha jî Talîban çûyîna jinan ya parkan, hewz û holên werzîşê qedexe kiribû.
Di Tebaxa 2021’an de piştî vekişîna Amerîka ji Efxanistanê, desthilatdariya Efxanistanê ket bin kontrola Talîbanê.
NAVENDA NÛÇEYAN