Talîban dijminatiya jinan didomîne

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:28

Li bajarê Host ya Efganistanê hate qedexekirin ku jin bi telefonê tevlî bernameyên televizyon û radyoyan bibin.

Talîban ya ku Emerîkayê rêveberiya Efganistanê teslîmî wan kir, qedxeyên nû li dijî jinan datînin. Li bajarê Host yê rojhilatê welat rayedarên Talîbanê, beşdariya jinan bi telefonê ji bo bernameyên televizyon û radyo qedexe kir.

Biryara ku Talîban girtiye, bi îmzaya şefê polîsan li Hostê Abdul Rashid Omarî di 25’ê Sibatê de ji medyaya Peştuca re şend. Di biryarê de ev tişt hate gotin: “Di bajarê Hostê de beşdariya jinan bi telefonê ji bo bernameyên televizyon û radyo qedexe ye. Ên ku vê biryarê binpê bikin wê werin darazandin. Ger saziyên medyayê jî jinan bi telefonê beşdar bike wê ji bo îfadeyê bang bikin û werin darazandin.”

Li Hostê piştî qedexekirina xwendina zarokên keç heta pola 6’an, hate diyarkirin ku bernameyên perwerdê bi rêya medyayê zêde bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.