Talîban amûrên muzîkê şewitandin!

Duşem 31 Tîrmeh 2023 - 14:30

Piştî dagirkirina Efxanistanê ya ji aliyê Talîbanê ve, hema hema her roj binpêkirina mafan derdikeve pêş. Vê carê jî Talîban li bajarê Heratê ku dikeve rojavayê welêt, amûrên muzîkê şewitandin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Efxanîstanê Bahtar, daxuyaniya Alîkarê Serokê Komîteya Pêşxistina Fezîlet û Pêşîlêgirtina bêexleqiyê Fêwextê Şêx Ezîz El-Rahman El-Muhacir parve kir. Endamê Talîbanê diyar kir ku guhdarîkirina muzîkê qedexe ye û ji ber vê yekê rayedaran amûrên muzîkê berhev kirine û şewitandine. Her wiha diyar kir  ku pêşxistina muzîkê "gendelî" ye û muzîk dibe sedema "rêvebirina xelet a ciwanan û hilweşandina civakê". 

Kanala nûçeyan a TOLOnewsê jî wêneyekî ku tê de komek amûr û hoparlor li bajêr dişewite belav kir.

Talîbanê piştî ku di sala 2021’ê de desthilatdariya Efxanîstanê bi dest xist, weşana muzîkê qedexe kir. Di van demên dawî de, xwediyên salona dawetê hatine hişyarkirin ku ji muzîkê dûr bisekinin. Dema ku hunermend û muzîkjen ji welêt derdikevin, bûyerên ku wek rêgezên îslamî binpê bikin tê dîtin, wek dawet û şahiyên bi vî rengî qedexe ne.

KABUL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.