- Çapemeniya Swêdê ya rexnegir ji bo serdana Ulf Kristersson got, ew şelafiyê dike ji Enqereyê da ku Erdogan û hikûmeta AKP-MHP li meclîsa Tirk endametiya van welatan erê bikin.
Di navbera 3 û 5´ê Cotmehê de Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg çûbû Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirk re li ser erêkirina endametiya NATO´yê ya Swêd û Fînlandiyayê peyivîbû. Niha jî ji doh ve Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ji bo hevdîtinan li ser daweta Erdogan li Tirkiyeyê ye. Çapemeniya Swêdê ya rexnegir ji bo serdana Ulf Kristersson got, ew şelafiyê dike ji Enqereyê da ku Erdogan û hikûmeta AKP-MHP li meclîsa Tirk endametiya van welatan erê bikin.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson doh çû Tirkiyeyê û îro jî bi rayedarên Tirk re hevdîtinan dike.
ENQERE