Keçelo kumê min li serê te!

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 22 Nîsan 2021 - 04:46

  • Wezareta Karê Derve ya Tirk got, di civîna bi sefîr Staffan Herrstrom re wan "bi tundî hikûmeta Swêdê Şermezar" kiriye, ji ber ku Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist ´bi vîdeo konferansê "bi lîderên QSD'ê re" peyiviye.

REWŞAN DENIZ

Dewleta Tirk a ku erdên Sûriyê parçe kirine, bi dagirkeriya xwe hiqûqa navneteweyî bi gelek aliyan li dijî miletên Sûrî û dewleta Sûrî binpê kiriye û îro jî dike, ev sûcên xwe xistin stûyê Swêdê. Yanî jê re got, keçelo navê min li te, kumê min li serê te.

Dewleta Tirk, sefîrê Swêdê pêr vexwend û nota dayê bi hinceta ku rayedarên hikûmeta Swêdê têkiliyan datînin bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. 

Wezareta Karê Derve ya Tirk got, di civîna bi sefîr Staffan Herrstrom re wan "bi tundî hikûmeta Swêdê Şermezar" kiriye, ji ber ku Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist ´bi vîdeo konferansê "bi lîderên QSD'ê re" peyiviye. Rayedarê Tirk her wiha hevdîtinên Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann jî protesto kiriye. 

Dewleta Tirk ji sefîr re gotiye, "hikûmeta Swêdê hem destekê dide wanên ku yekparebûna dewleta Sûrî dikin hedef" û hem jî "hiqûqa navneteweyî binpê dike". Ha ev gotinên rayedarên Tirk hêjayî nirxandinekê ne. Ji ber ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe ya li Sûrî jixwe  de facto axa wê parçe kiriye. Li aliyê din bi dagirkeriyê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Li aliyê din, ji ber ku bi berpirsiyariyên dewleteke dagirker ranabe jî hiqûqa navneteweyî, hiqûqa mafê mirovan û hiqûqa şer jî binpê dike. Ev sûcên wê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî bi xwe ve jî hatine tesbîtkirin. Niha ya ku mirov meraq dike, ew e, gelo Swêd wê gavê bi paş ve biavêje, yan weke dema li dijî rejîma Aparteid li ser ya xwe bimîne û destekê bide aliyê heq.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.