Statuya Başûr diçe yan dimînê?

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Kurdayetî tevgerek e welê ye ku gengeşe ya rizgarbûna Kurdan û çêkirina statuyeke ji bo Kurdan li ser axa Kurdistanê dike.

Heger statuya Herema Kurdistanê - qismê Başûrê Kurdistanê yê li gorî destûra Iraqê Xweser - ku niha bi fermî beşek ji desthilata Iraqê ye, lê di pratikê de Tirkiye û Îran lê desthilat in, îro hilweşe, û sê wilayet û nîv - yanî Silemanî, Dihok, Hewlêr û Helebce - dîsa bibin bakurê Iraqê; gelo rewşa Kurdan û Kurdayetiyê wê çawa be?

Pênase ya herî sade ji bo kurdayetiyê wiha ye: Kurdayetî tevgerek e welê ye ku gengeşe ya rizgarbûna Kurdan û çêkirina statuyeke ji bo Kurdan li ser axa Kurdistanê dike. Lê pênase ya Kurdbûnê tiştekî din e. Cuda ye ji kurdayetiyê. Kurdbûn hest û ihsasekî kolektîf e ku xelkek di warê ziman, çand, kultur, û dîrokê de xwe cuda dibîne ji derdora xwe. Kurdbûn bi hezaran sal e, bi avayên cuda xwe dide xuyakirin, mezin dibe, û diguherê. Lê Kurdayetî tevgereke teze û çêkirî ye ku bi pirranî ya caran, wekî hebûneke sexte xwe dixe ber çavan. 

Ez dikarim bibêjim, li Başûrê Kurdistanê di sed salên bihurî de tevgera kurdayetiyê rojeke tenê jî weke tevgereke serbixwe û azad li ser lingên xwe nebûye. Ji bo yek saetê jî hizr û ramana tevgera kurdayetiyê azad û serbixwe nebûye. Heger kurdayetiyê xwestiba azad û xweser hereket bike, muheqeq niha rewş û  jiyaneke me ya cuda hebû li welatê me. Hertim li Başûr, kurdayetî di destê hêzên dagirker de weke lîstokekê hatiye bikaranin. Çawa xwastine wisa bi kurdayetiyê lîstine. 

Roj bi roj li Başûrê Kurdistanê ew rastî zêde zelal dibe ku çiqasî kurdbûn bi hêz bibe; kurdayetî zêdetir qirêj û nexwestî, hezjênekirî dibe.

Dereweke pirr mezin e ku pirraniya xelkê Kurdistanê bi taybet li parçeyên din bi wê bawer kiriye. Ew derew kîjan e? Ew derew, ew e ku Herema Kurdistanê netîceya xebata sed salan a Kurdan e. Ev yek derewek e bêkîmasî, sihê û tam e. Statuya Herema Kurdistanê netîceya şaştî û xeletiyên Sedam Huseyin bû.  Gelê Başûr jî bê alternatîf bû. Partiyên ku kurdayetî dikirin, hatin û li ser ya hazir rûniştin. 

Bila êdî Kurd xwe nexapînin. Kurdbûn bi tevgera kurdayetiyê nayê parastin. Belkî, kurdayetî bûye sedema qirêjbûnê û dilsarbûna gelê Kurd ji kurdbûna xwe jî. Dîsa, nimûne û ezmûna Rojhilatê Kurdistanê pirr giring e. Binihêrin, gel li Rojhilat, rexmî hezaran astengiyan û zilmê jî roj bi roj kurdbûna xwe bi pêş dixe. Lê li Başûr, rexmî derfetên mezin, kurdayetî bûye bela serê gel. Xiyanet bûye karê here sereke ji bo kurdayetiyê. 

Naxwe, em li pirsa xwe ya sernivîsê vegerin. Gelo statuya Başûrê Kurdistanê diçe yan dimîne? Heger ew statu niha bikeve, hilweşe, kurdbûn dîsa jî dimîne, didome. Û xebata ji bo azadiya gelê Kurd wê her biçe mezin bibe û geş bibe. Gava meriv rewşa qirêj a kurdayetiyê û partiyên siyasî li Başûr dibîne, ti elaqeya wan a ji dil û can bi vê statuyê re namînê. Rastî ew e ku lazim e kurdbûn ji destê kurdayetiyê were xelaskirin, kurdbûn ji kurdayetiyê bê rizgarkirin. Bila Kurdên azad êdî bi rêyeke din xwe ji destê zilma dagirkeran rizgar bikin. Kurdayetî li Başûr li hemberî kurdbûnê disekine û xizmeta dagirkeran dike. Bila Kurd alternatîfekê ji bo kurdayetiyê çêkin. Gava li ser majora alternatîf dipeyivim, dîsa hizra min ber bi xeyal û ramanên Ocalan ve diçe; têgeha neteweya demokratîk tê bîra min. Alternatîf heye, îrade û karê cidî lazim e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.