- Hevseroka KODAR´ê Gulan Fehîme: KODAR wê bibe denge Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên li seranserê cîhanê. Yên ku hewl dan hebûna me, zimanê me, çanda me qedexe û tine bikin, îro bi xwe li ber tinebûnê ne.
Komalgeyê Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi dirûşma "Em bi ruhê şoreşa gelan civakê bi rêxistin bikin û Kurdistanê azad bikin", di 7, 8 û 9'ê Gulana 2020'an de li çiyayên Kurdistanê kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan destpêkê axivî û got, "Em îro li vir hevdîtineke dîrokî li dar dixin. Ji dost û dijmin re jî bersiveke pirr xurt didin. Gelê Kurd di sedsala 21'ê de jî tine tê hesibandin. Lê em ji wê derê, careke din dibêjin, em ê nîşanî her kesî bidin ku ew feraset û polîtîkaya qirker ku li ser gel tê ferzkirin ne qeder e. Li ser wî esasî em soza xwe ya azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê ya ji gel re nû dikin û dibêjin; bi biryardariyeke girîng a ku em ê di kongreya xwe de bigihêjinê û di encama wê de jî, plansaziya derkeve holê, em ê bersiva pêwîst bidin dost û dijminê xwe."
Yekane rê Neteweya Demokratîk e
Piştî axaftina destpêkê, rapora kar a Hevserokên KODAR'ê hate xwendin û nirxandin. Paşê, li ser rewşa dawî ya siyasî û eskerî nirxandin hatin kirin. Çend tesbîtîn sereke ev in: "Di şert û mercên herêmê de ku veguheriye navenda şerê cihanê yê sêyemîn ya ku pergala neolîberal li herêmê û cîhanê pêlek nû ya dagirkeriyê bi xwe re daye destpêkirin, em dibin şahidên bipêşketinên pirr alî û bilez ên ku li Rojhilata Navîn diqewimin. Projeyên herêmî û global bi rastiya gelên Îranê re li hev nakin, ji aliyê civakan ve nayên pejirandin û lewre jî dirûxin. Di rastiyê de rêyek tekane heye ku ji bo gelên Îranê bibe nîşaneya jiyaneke bê netewe dewlet û roniya hêviyê, azadî, wekhevî û demokrasiyê bi pêş bixîne; ew jî projeya Neteweya Demokratîk e."
Sîstema demokratîk û konfederal
Di roja duyemîn a kongreyê de encamên karên sê salan, xebatên avakirinê yên civakî û rewşa komîteyan hate nirxandin. Di encama van nirxandinan de nêrînên bi vî rengî derketin holê; "Sîstema heyî ya Îranê tevahiya derdorên civakê xistiye nav fişarê. Bipêşxistina civakeke demokratîk berî her tiştî bi avakirina sîstemên rêveberiyên xweser ve mumkin e. Ji bo ku civak karibin xwe bixwe birêve bibin, divê têkiliya bi partiyên wekhev û demokratîk, sazî û rêxistinên sîvîl ên civakî esas bin û şert e ku têkoşîna ku xwe dispêre yekîtiya hêza hevpar were bi pêş xistin û mezinkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rêya yekane sîstema konfederal a demokratîk e ku ji pergala netewe dewletê bihuriye."
Aborî di xizmeta berjewendiyên rêveberan de
Mijarek din a girîng ku di kongreyê de hate nîqaşkirin mijara kolberan bû: "Rejîma Îranê qada aboriyê kiriye mêtingeh û talan veguherandiye deriyê berjewendiyên xwe. Xelkê ku ji ber polîtîkayên rejîmê her roja diçe, ber bi felaketê ve diçe, ji bo debara xwe her rêyê diceribîne. Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku gel neçar maye tevî zor û zehmetiyên mezin xwe li sînoran dide û kolbertiyê dike."
Di kongreyê de rewşa girtiyên siyasî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî bûn mijarên nirxandinê: "Bi ruhekî kolektîf û ruhê hevgirtina civakî divê hemû aliyên civakê bi bîreweiryeke bilind a berpirsiyartiyê xwedî li girtiyên siyasî û malbatên wan derkevin."
Parastina ekolojiyê
Di kongreyê de Şerîf Bacwer ku canê xwe ji bo parastina xwezayê feda kir, kedkarên tendirustiyê ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û mirovên ku di serhildanên mehên Cotmeh û Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane wek lehengên gel hatine nirxadin û hate gotin, "Kongreya me roja 24'ê Tebaxê, roja dîroka şahadeta Şerif Bacwer û hevalên wî, ji bo xwedîderketina li bibîranîna wan wek 'Roja Parastina Ekolojiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê' qebûl dike."
Rêveberiya nû hat hilbijartin
Li gorî encamên hilbijartinê, hevserokên nû yên KODAR’ê bûn Gulan Fehîm û Fuad Bêrîtan. Di kongreya sêyemîn de Fuad Bêrîtan dubarê wek hevserokê KODAR’ê hate hilbijartin û Zîlan Tanya ku ev du dem in, hevserokatiya KODAR’ê dikir, erka xwe dewrî Gulan Fehîmê kir ku nû hatiye hilbijartin.
Lîsteyên ku hevserokan ji bo konseya rêveber amade kiribû, ketin ber dengdanê û 18 kesên herî zêde deng wergirtî, bûn konseya rêveber a nû ya KODAR’ê.
Hevseroka nû ya KODAR'ê Gulan Fehîm di dawiya kongreyê de axivî û got, "KODAR xwedî mîrateyeke pirr kûr a dîroka têkoşînê ye. KODAR, di serî de wê bibe denge Rojhilatê Kurdistanê û Kurdên li seranserê cîhanê û gelên bindest. Yên ku hewl dan hebûna me, zimanê me, çanda me qedexe û tine bikin, îro bi xwe li ber tinebûnê ne."
NAVENDA NÛÇEYAN