Sîlehên nukleer îmha bikin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 2 Tebax 2022 - 22:30

  • Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyar kir ku mirovahî ne pirr dûrî tinebûna bi çekên kîmyewî ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyar kir ku mirovahî ne pirr dûrî tinebûna bi çekên kîmyewî ye.

Guterres di axaftina destpêka konferansa li ser Peymana Pêşîgirtina li Berbelavbûna Çekên Nukleerî ya bi beşdariya 191 welatan de got, “Heta niha siûda me heye. Lê siûd, ne stratejî ne jî mertalek e ku pêşiyê bigire li xirecira jeopolîtîk da ku veneguhere şerê nukleerî.”

Konferans wê heta 26’ê Tebaxê li navenda NY’yê ya li New Yorkê dewam bike. Konferansa 10’an dixwaze peymana navneteweyî ya heyî ya sala 1970’yî sererast bike. Konferans ji ber şewba Covid-19’ê ji sala 2020’an ve gelek caran hatibû taloqkirin.

Guterres, ji ber tehlûkeya heyî, xwest ku dinya ji çekên nukleerî pê paqijkirin. Antonio Guterres her wiha hêvî kir ku teahudên nû ji bo tesdîqkirina bikarneanîna çekên kîmyewî û kêmkirina cebilxaneyan dike. Bi ya wî konferans fersendek e ji bo xurtkirin û adaptekirina peymanê li roja me ya îro.

Guterres got ku garantiya yekane ya bikarneanîna çekên kîmyewî rakirina wan a ji holê ye.

Guterres bi bîr xist ku li seranserê cîhanê qederê 13 hezar çekên nukleerî hatine stokkirin û hişyar kir ku rîska pirrbûyîna çekên nukleerî zêde dibe. Sekreterê Giştî yê NY’yê, bi taybetî îşaret bi krîzên li Rojhilata Navîn, nîvgirava Koreyê û Ûkraynayê kir.  

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.