Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çarçella, Çelê û Bestayê çalakî li dar xistin. Di encamê de serpelek (yuzbaşî) û 11 leşker hatin cezakirin, wesayitek û kozikek hatin îmhakirin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên wan ji bo silavkirina Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên xurt kirin.


Daxuyanî wiha ye:
"18'ê Tîrmehê, li herêma Zagrosê li dijî wesayiteke artêşa TC a dagirker ku ji qada Çarçella ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve diçû, li nêzî qereqola Gemanê çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di çalakiyê de wesayita dijmin îmha bû, tevî serpelek û kontrayekî bi giştî 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin, leşkerek jî birîndar bû.
19'ê Tîrmehê, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Rêber ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, çalakiyek hat kirin. Di vê çalakiyê de kozikek hate îmhakirin, 2 leşker hatin cezakirin û 2 leşker jî birîndar bûn.
19'ê Tîrmehê, li qada Şehrîban a herêma Bestayê ya Şirnexê, li dijî artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Eyşedinkê hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 2 leşker hatin cezakirin.''

ANF/BEHDÎNAN