• Serokdewletê Tûnisê ragihand ku wî wezîfeyên parlamenê rawestandine û serokwezîr ji wezîfeyê girtiye. 

Serokdewletê Tûnisê Qeys Seîd ragihand ku wî wezîfeyên parlamenê rawestandine û serokwezîr ji wezîfeyê girtiye. Xelkê pêr li bajarên Tûnisê hemûyan kêfxweşiya xwe ji ber biryarên Seîd li kolan û meydanan nîşan da. Bi biryara serokdewlet parêzbendiyên parlementeran jî hatiye rakirin. Qeys Seîd da zanîn ku ew ê li şûna serokwezîrê berê Hişam Meşîşî bi serok wezîrekî nû bike ku karê hikûmetê bi rê ve biçe. 

Li gorî benda 80´yî ya destûra Tunisê, serokomar dikare hikûmetê ji wezîfeyê bigire. Serokomarê Tunisê Qeys Seîd îdîa kir ku wî nedixwest van biryaran bigire, lê gelek kesan dest avêtine mafên gel û ew neçar maye.

TÛNIS